06:54 19 Sibat 2018
Zindî
    Filoya Rûsya ya Karadenizê

    "Pentagon rîska şer bi Rûsyayê re zêde dike"

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê fîloya 6an a Akmerîkayê Amîralê James G. Foggo diyar kir ku dibe dema dewriyeyê ya li Deryaya Reş heta 4 mehan bê dirêjkirin. Nivîskarê "Rûsya Îro" Aleksandr Hrolenko diyar kir ku bandorên neyênî yên vê biryarê eşkere ne û teqez kir ku rastî gelekî aloztir û zehmettir e ji awayê ku pisporên stratejîk ên li Washngtonê xeyal dikin.

    Li gorî Peymana Montroyê ya Tengavan, keştî herî zêde dikarin 21 rojan li Deryaya Reş bimînin. Hrolenko bi bîr anî ku li gel Amerîkayê gelek caran ev rêbaz bin pê kiriye jî, Rûsyayê tenê di rêya kanalên Wezareta Derve hevkarên xwe hişyar kirine bê ku hêzê bi kar bînin û wiha dewam kir: "Ihtimal heye ku îluzyona parêzbendiyê bi Amîral Foggoyî re çêbûye û xurt bûye."

    PEYAMA RÛSYAYÊ YA STRATEJÎK…"

    Rojnamevanê rûs teqez kir ku Komkeştiya Deryaya Reş a Rûsyayê keştiyên Fîloya 6an a li herêma berpirsyariyê bi baldarî dişopîne û mijar wiha nirxand:

    "Amîral James G. Foggo di yekê ji daxuyaniyên xwe de, dibêje ku ji her 10 keştiyên Amerîkayê yên dikevin Deryaya Reş, 9 keştî rastî keştiyên şerî yên Rûsyayê tên û ev jî wek peyameke stratejîk bi nav kiribû. Moksow naxwaze bi rojavayê re şer bike lê ji bo dabînkirina ewlekariya neteweyî, hemû berigiryan digire. Komkeştiya Deryaya Reş salane bi keştiyên nû tê arastin û tenê di çarçoveya programeke federal tenê de, ew ê heta sala 2012an 86 milyar rubleyê(1.4 milyar dolar) bistîne. Pergala dijî keştiyan a Bastionê ya li Kirimê û moşekên dijî keştiyan a Oniksê, ji sala 2014an ve, piraniya Deryaya Reş, ji beravên Tirkiyeyê heta yên Ûkraynayê kontrol dikin. Ev peyama Rûsyayê ya stratejîk e".

    "DIVÊ BIKARE ENCAMAN XEYAL BIKE"

    Hrolenko got, eger Amerîka niyeta Rûsyayê ya Rojhilata Navîn fêm dike, divê bikare encamên nêzîkariya Komkeştiya xwe ya 6an bo sînorên Rûsyayê û hebûna xwe ya bêsînor li Deryaya Reş xeyal bike û wiha dewam kir: "Pentagon, Pentagon bi hêz û çalakiya xwe bawer dibe ku rasterast rîska şer bi Rûsyayê re zêde dike.

    DYA amadekariyê dike peymana Montroyê bin pê bike
    © Sputnik/
    DYA amadekariyê dike peymana Montroyê bin pê bike

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ji sedî 93ê rojhilatê Helebê di bin kontrola Sûriyeyê de ye
    Rûsya: "Ji rojhilatê Helebê 8 hezar û 500 sivîl hatin tahliyekirin"
    Rûsya: "Bêîqtîdariya siyasî ya dewletên rojavayî îspat bû"
    Rûsya û Çînê pêşnûmeya Helebê ya ji DENYê yê re hate pêşkêşkirin veto kirin
    Rûsya seeta herî dirust a atomî çêdike
    "Rûsya tenê bi destûra Kabilê dê operasyonê li Afxanistanê pêk bîne
    Rûsya li bendê ye ku 15 milyar dolar li dahata petrolê zêde bibin
    Etîketan:
    moşek, komkeştî, Aleksandr Hrolenko, Amerîka, Rûsya, Deryaya reş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de