10:37 22 Hezîran 2018
al - netewî - Rûsya

Şêwirmendê Trump ê berê: Dilniya me, birêveberiya nû dê ji şaşiyên xwe yên Kirimê vegere

© Sputnik / Aleksandr Kryajev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Carter Pageê ku şêwirmendiya polîtîkaya derve ji helmeta hilbijartina serokê 45an ê Amerîkayê Donald Trump re dikir, got ku dibe birêveberiya nû ya Amerîkayê ji şaşiya heyî ya nenasîna Kirimê wek beşeke Rûsyayê vegere.

Page bi Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku bi giştî mijara Ûkraynayê û bi taybetî jî mijara Kirimê, di şêwaza ragihandina bûyeran de mînaka herî berbiçav a salên dawî ya "nûçeyên sexte " ye.

Ji aliyê din ve, Page derbarê mijara bê birêveberiya nû ya Amerîkayê dê Kirimê wek beşeke Rûsyayê binase yan na, wiha got: "Ez dilniya me ku derfet dê çêbibe ji bo xwe ji van darizandinên derbarê Ûkraynayê de çêbûne xelas bikin."

Page roja pêncşemê ji bo bi pîşesaz û "serokên fikirî" re bicive hatibû Moksowê û wî gotibû ku ew ê heta 13ê Berfanbarê li Moskowê bimîne.

 

Bi heman mijarî:

"Divê Kirim wek beşekî Rûsyayê bimîne"
Mariani: Divê dewletên rojavayî êdî qebûl bikin ku Kirim beşeke Rûsyayê ye
Bi hatina havînê Kirim bi kulîlkan xemilî
Venedîkê, Kirim wekî perçeyekî Rûsyayê nas kir
Rûsya: ‘Kirim ne mijara nîqaşê ye'
Etîketan:
Donald Trump, Carter Page, Amerîka, Ûkrayna, Kirim, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de