02:25 26 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Rudskoy

    Rûsya: Ji sedî 93ê rojhilatê Helebê di bin kontrola Sûriyeyê de ye

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sererkaniya Rûsyayê ragihand ku ji sedî 93ê rojhilatê bajarê Helebê di bin kontrola artêşa Sûriyeyê de ye.

    Rayedarê Serkaniya Giştî ya Rûsyayê Sergey Rudskoy, destnîşan kir ku di 4 rojên dawî de herêmên di deste çekdaran ji sê paran parek kêm bûye.

    Rudskoyê ku dibêje ‘Ji sedî 93 Helebê di bin kontrola artêşa Sûriyeyê de ye' ragihand ku 52 taxên li rojhilatê Helebê ji destê çekdaran hatiyê rizgarkirin. Rudskoy eşkere kir ku ev serketinên artêşê di encama operasyonên bejahî ya artêşa Sûriyeyê hatiye bidestxistin.

    ‘JI ROJHILATÊ HELEBÊ 10.500 SIVÎL HATIN TEHLIYEKIRIN'

    Rudskoy amaje kir ku heta niha 4 hezar 15 ji wan zarok 10.500 sivîl ji taxên rojhilatê Helebê hatine tehliyekirin. Li gel vê yekê hat ragihandin ku 3 hezar şêniyên helebî vegeriyan malên xwe yên li taxên rizgarkirî.

    Li gorî daxuyaniya Rudskoy ji wan kesên vegeriyan herêmên rizgarkirî ji çekdarên ku weke ‘dijber' têne binavkirin îşkence dîtine.

    Rudskoy diyar dike ku hejmara çekdarên ku xwe bi xwe derketine hezarî bihuriye û bi kasî 953 ji wan jî hatiye efûkirin.


    Etîketan:
    rojhilatê helebê, artêşa sûriye, şerê sûriyeyê, heleb, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de