13:52 22 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: Dibe ku hevkariya bi tirkan ji ya amerîkiyan bikêrhatîtir be

© Sputnik / Michael Klimentyev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov, destnîşan kir ku ew hêvî dikin ku hevkariya bi tirkan ya di mijara Helebê de ji ya amerîkiyan bikêrhatîtir be.

Lavrov li bajarê Hamburgê civîneke çapemeniyê li dar xist û got: ‘Di mijara Helebê de em bi tirkan re amadehiya hevkariyê dikin. Dibe ku hevkariya me ya bi tirkan ji ya emerîkiyan bikêhatîtir be.'

Lavrov diyar kir ku ew di mijara ku têsira Amerîkayê ya li ser komên çekdar ên li rojhilatê Helebê de bi şik in û wiha dewam kir: ‘ Em dizanin ku li herêmê hin welatên têsîrê li ser hin koman dikin. Tevî Tirkiye em bi hemû welatan re di nava têkiliyê de ne.'

Ji aliyê din ve Lavrov amaje kir ku hêj bi Amerîkayê re şansa lihevkirinê heye. Moskow û Washington bo derxistina komên çekdar ên li rojhilatê Helebê hevdîtinan pêk tînin ku li ser peymanekê li hev bikin.

Bi heman mijarî:

YPG li Helebê bi pêş de diçe: Hindik ma rêya Efrîn û Helebê vebe
Lavrov: "Operasyonên rojhilatê Helebê ne bi temamî bi dawî bûn"
Rûsyayê 6 ton alîkariya mirovî şandin Helebê
Rûsya: "Ji rojhilatê Helebê 8 hezar û 500 sivîl hatin tahliyekirin"
Lavrov: Artêşa Sûriyeyê hemû çalakiyên xwe yên leşkerî yên li Helebê rawestandin
Etîketan:
şerê sûriyeyê, heleb, hevkarî, hevdîtin, sergey lavrov, heleb, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de