15:41 22 Sibat 2018
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Kremlînê ji bo MANPADê hişyarî da Amerîkayê

    © AP Photo/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got ger ku Amerîka sînorên li ber çekdayîna ji bo mixalîfan rake dibe ku ‘moşekên parastina hewayî' (MANPAD) yên dikarin werin veguhestin, têkevin destê terorîstan.

    Peskov bersiv da pirsên di derbarê sazûmankirina li Amerîkayê de û derbirî ku bi rakirina sînordarkirinan dibe ku MANPAD têkevin destê terorîstan û ev rewş wê bibe encama herî xerab a vê biryarê.

    Peskov got, "Divê em armanc, nêt û hûrgiliyên pêşnûmeyê fêm bikin. Bêguman encama herî xerab a vê biryarê wê ew be ku MANPAD jî di nav de hinek çek wê têkevin destê terorîstan. Ev jî li dijî berpirsyariyên navdewletî ye." Peskov dest nîşan kir ku geşedanên wisa tenê ne ji bo herêmê ji bo hemû cîhanê dibe metirsî.

    ‘JI BO HÊZÊN HEWAYÎ Û FEZAYÎ YÊN RÛSYAYÊ JÎ METIRSÎ YE'

    Peskov li ser pirsekê diyar kir ku biryara Amerîkayê ji bo Hêzên Hewayî û Fezayî yên Rûsyayê jî metirsî ye. Lê Peskov da zanîn ku hinek alavên parastinê hene û pîlot neçar in van teknolojiyên parastinê bikar bînin. Peskov balkişand ser ku li beramberî her tiştî rîskek heye.

    Pêşnûmaya budeçeya ya 619 milyar dolarî ya ayidê Wezareta Parastin a Amerîkayê ya ji bo sala 2017a li Senatoyê hatibû qebûlkirin û ji bo Qesra Spî hatibû şandin. Xaleke ku paşê li pêşnûmeyê hatibû zêdekirin, bi hinek şer û mercên diyar pêşî li ber vekiribû ku moşekên MANPADê karibin ji bo mixalîfên Sûriyeyê werin dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: "Ji rojhilatê Helebê 8 hezar û 500 sivîl hatin tahliyekirin"
    Rûsya: "Bêîqtîdariya siyasî ya dewletên rojavayî îspat bû"
    Peskov: Bi sedema Sûriyê arastekirina gefxwarina mueyideyên nû û yên ehmeqî ne di cî de ye
    Peskov: Derbarê îdiayên bombekirina nexweşxaneya rûs a li Helebê de agahiya min nîne
    Peskov: Daxuyaniya Erdogan ji bo Esad di axiftina Pûtîn û Erdogan de nehat rojevê
    Peskov: Helwesta welatên Rojava ya li hemberî çapemeniya Rûsî li dijî demokrasiyê ye
    Etîketan:
    MANPAD, biryar, Wezareta Parastin a Amerîkayê, Berdevkê Kremlînê, Qesra Spî, Dmitriy Peskov, Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de