17:36 19 Hezîran 2018
Bacan

Dankvert: "Dibe bacan û bîber jî vegerin bazara rûsî"

© Flickr /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê ajansa venêrîna berhemên çandinî ya rûsî (Rosselhoznadzor) Sergey Dankvert ragihand ku dive qedexeya ser marol, bacan, bîber û kundiran jî werin rakirin.

Serokê ajansa venêrîna berhemên çandinî ya rûsî (Rosselhoznadzor) Sergey Dankvert ji çapemeniya Rûsyayê re axivî û ragihand ku me bi Tirkiyeyê re ji bo rakirina qedexeya hinek berheman hevdîtin pêk anî û dibe qedexeya ser marol, bacan, bîber û kundiran jî werin rakirin, lê hevdîtina ji bo firîngiyan niha hatiye bipaş xistin.

Sergey Dankvert di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji ber problema venêrîna qadên çandinî yên biçûk, em piştgiriya sewkiyata berfireh ji Tirkiyeyê bo bazara rûsî nakin."

Piştî krîza xistina balafira rûsî hikûmeta Moskowê li hemberî enqereyê biryara hinek bergiriyên ekonomîk wergirtibû, lê piştî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di meha hezîranê de nameyeke lêborînê ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re şand, Rûsyayê di meha îlona 2016an de destûra hinek berhêmên narinciye ku fêkiyên wekî incas û xox jî di nav de bûn qedexeya wan rakiribû.

Bi heman mijarî:

Rûsya qedexeya hinek berhemên çandinî yên Tirkiyeyê rakir
Rûsya careke din venêrînerên xwe yên çandinî dişîne Tirkiyeyê
Ji bo îtxalata berhemên çandinî yên Tirkiyeyê şertekî Rûsyayê heye
Venêrên çandinî yê rûsî: "Tirkiye daxwazên me fêhm nake"
Pûtîn: "Ji bo rakirina xedeya berhemên çandinî qelîte şert e"
Etîketan:
Qedexeya berhemên çandinî, Serokê ajansa venêrîna berhemên çandinî ya rûsî (Rosselhoznadzor), Sergey Dankvert, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de