02:49 24 Hezîran 2018
Vladimir Pûtîn

Pûtîn: Ez spasdarê Erdogan im

© Sputnik / Michael Klimentyev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn got ku ew ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganê ku pêşnûmaya peymana Herka Tirk pesend dike îmze kir re spasdar im.

Pûtîn di dema bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim re diciviya daxuyanî dan çapemeniyê û got: "Ez tika dikim ku hûn silavên min ên jidil û daxwazên min ê kamîraniyê bigihînin Serokkomarê xwe. Em spasdarê Serokkomarê Tirkiyeyê ne ku peymana pêşbîniya pesendkirina Herka Tirk dike îmze kir."

Axaftina Vladimîr Pûtîn a Meclisa Federal
© Sputnik / Alexei Druzhinin
"SERDAN DÊ BINGEHÊ LÛTKEYA EM Ê BI ERDOGAN RE PÊK BÎNIN ÇÊKE"

Serokê Rûsyayê diyar kir ku projeya Herka Tirk yek ji mezintirîn projeyên ku herdû dewlet plan dikin pêk bînin û wiha got: "Ji bilî vê em ji bo gelek xebatên hevpar ên din jî li hev dikin. Ez wiha difikirim ku ev serdana we ji bo Moskovayê dê bingehê wê lûtkeya çêke ya em ê Serokkomarê Tirkiyeyê re pêk bînin."

"EM KÊFXWEŞ IN KU TÊKILIYA CAREKE DIN DEST PÊ KIR"

Herwiha Pûtîn diyar kir ku di dema serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê bo Moskovayê, ew ê xebat bên kirin ku ew trenda neyênî ya di hecimê bazirganiyê de pêk hatiye bê berovajîkirin û wiha pê de çû: "Ez dizanim ku we bi Serokwezîrê Rûsyayê Medvedev re gotûbêjên berfireh pêk anîne. Ez kêfxweş im ku hema hema di hemû qadan de têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê careke din dest pê kiriye."

Bi heman mijarî:

Dijberiya Sûriyeyê: Gotûbêjên Rûsya û komên çekdar encam neda
Rûsya û Filîpîn wê li herêma Pasîfîka Asyayê têkiliyên xwe yên leşkerî bi pêş bixin
Medvedev: Têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê yên bizarganî dikare pêş bikevin
Rûsya bersiv da îdiayên Hizbullahê: Em bi dewletan re dixebitin
Rûsya bipêşxistina baregehên Hmeymîm û Tertûsê didomîne
Îran û Rûsya ji bo alîkariyên mirovî li Helebê operasyonekê didin destpêkirin
Etîketan:
têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, vladîmîr pûtîn, recep Tayyip Erdogan, Binali Yildirim, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de