09:13 21 Hezîran 2018
Wezareta Parastin a Rûsyayê

Rûsya û Filîpîn wê li herêma Pasîfîka Asyayê têkiliyên xwe yên leşkerî bi pêş bixin

© AP Photo / Mikhail Metzel
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Anatoliy Antonov li Moskovayê bi Wezîrê Parastin ê Filipînê Delfin Lorenzana re hevdîtinek pêk anîn û ji bo li herêma Pasîfîka Asyayê têkiliyên leşkerî xurt bikin lihev kirin.

Vladimir Putin - Rodrigo Duterte
© Sputnik / Kremlin/Mikhail Klimentyev
Li gorî çapemeniya rûsî Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku herdu aliyan Rûsya û Filipîn ji bo pêşxistina têkiliyên leşkerî li herêma Pasîfîka Asyayê û ji bo sepandina pêvajoya ewlehiyê nirxandin û lihev kirin.

Hevdîtin li gorî çarçoveya axaftina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hemkarê wî yê filipînî Rodrîgo Duterte ya peymana 5ê Berfenbarê de ji bo armanca xurtkirina têkiliyên leşkerî hatibû pêkanîn.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku di dema civînê de Cîgirê Wezîrê Parastin ê Rûsyayê got: "Terorîzma navneteweyî tehdîda hevpar a serekeye ji bo Rûsya û Filipînê." Antonov, wezîrê filipînî derbarê Hêza Çekdar a Rûsyayê ku li Sûriyeyê li hemberî terorîstan tekoşînê dide agahdar kir."

Wekî din Lorenzana jî behsa gavên dijberiya terorîzmê ya Wezareta Parastin a Filipînê kir û got: Em bi baldarî mijara ceribandina Rûsya ya li Sûriyeyê li hemberî terorîstan vedikolînin."

Bi heman mijarî:

Medvedev: Têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê yên bizarganî dikare pêş bikevin
Rûsya bersiv da îdiayên Hizbullahê: Em bi dewletan re dixebitin
Rûsya: Hemşîreya rûs a li Helebê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da
Rûsya: "Nîvê Helebê ji cihadîstan hat paqijkirin"
Serokwezîrtî: "Tirkiye û Rûsya bazirganiya xwe dê bi TL û rubleyê bikin"
Etîketan:
Herêma Pasîfîk a Asyayê, Têkiliyên Rûsya û Filipînê, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Delfin Lorenzana, Rodrîgo Duterte, Vladimîr Pûtîn, Anatoliy Antonov, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de