20:12 14 Kanûn 2017
Zindî
    Dmitry Medvedev û Binali Yildirim

    Medvedev û Yildirim civîna çapemeniyê lidar xistin: Em pirsgirêkan çareser dikin

    © Sputnik/ Alexandr Astafiev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev û Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim civîna çapemeniyê lidar dixin.

    Ji daxuyaniya Medvedev hin xalên sereke wiha ne:

    • Em pirsgirêkan çareser dikin.
    • Divê di aboriyê de mezinbûna domandinê bike.
    • Fona hinardeya hevbeş wê sala pêş dest bi xebatê bike.
    • Rûsya wê di demeke kurt de peymana Herka Tirk îmze bike.
    • Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de ji ji bo statuya stratejîk bidin santrala hêz a nukleer a Akkuyyuyê hemû dokuman bên temamkirin.

    Ji daxuyaniya Yildirim xalin girîng wiha ne:

    • Hedefek me heye ku em têkiliyan ji Mijdara 2015an wêdetir bibin. Pêvajoya piştî vê divê bi leztir bibe û hedef bê girtin. Em di hemû waran de bi berfirehê axivîn. Wezîran hevdîtin kir, biryara karên ku wê bikin girtin. Ez dikarim bi hêsanî vî tiştî bibêjim ku ew îradeya têkiliya her du welatan bipêştir bixe heye. Ya girîng ew e ku ev îrade bikeve meriyete. Di vê mijarê de weke her du serokwezîran em ê kar bişopînin, divê ti kes ji vê endîşeyê neke.
    • Me rojên zehmet borand, ev li paş man. Em êdî berê xwe bidin dahatûyê.
    • Di warê enerjiye de Tirkiye û Rûsya di nava hevkariyeke tam de ne

    PIRS Û BERSIV

    Medvedev: Me rewşa dawî ya li Akkuyuyê nîqaş kir. Mijra statuya veberhênanê ya stratejîk hate nîqaşkirin. Ez dixwazim bibêjim ku projeyeke gelekî girîng e. Ji xwesteka me hêdîtir pêş dikeve. Di 100 saliya avakirina Tirkiyê de wê Akkuyu dest bi kar bike.

    Yildirim: Em Herka Tirk weke projeyeke herêmî dibinin. Hevkariya stratejîk a Tirkiyê û Rûsyayê wê bipêşdetir de bibe.

    Medvedev: Di bazirganiyê de em dikarin bigihêjin hecma 100 milyar î.

    Yildirim: Di tûrîzmê de di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de heta salek berê em hatibûn ciyekî gelekî baş. Ez naxwazim sedema wê bibêjim, hûn dizanin. Ez dikarim vî tiştî vekirî bibêjim ku ti welatê di bin bandora terorê de nemine nîne, em tedbîran distînin. Biryarên ku hatine standin hene. Ji bo ku ev nebe sedema tiştên xemgîn, em tiştên istixbaratê bi hev re parve dikin. Ne rast de mijara ewlekariyê ji derveyî armanca wê bê bikaranîn. Peywîra hikûmeta me ye ku em ewlekariya mêvanên xwe çêbikin.

    Medvedev: Mijarên derve, di navbera serokdewletên an jî serokomarên her du dewletan de tê nîqaşkirin. Sûriye di derşeke gelekî zehmet de ye. Çareseriya pirsgirêka Sûriye dibe ku bi sazkirina diyaloga navxweyî çêbibe. Li Sûriyê rêxistinên terorê yên weke ku hêlîn li wir çêkirine hene. Di mijara gefa terorê de nêrîna me ya hevbeş heye.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim ji bo Medvedev: Emê dema windakirî telafi bikin"
    Matviyenko ji Yildirim re got: "Ji bo başbûna têkiliyan tiştê ji destê me were emê bikin"
    Kremlînê rojeva hevdîtina Pûtîn û Yildirim aşkere kir
    Yildirim li Rûsyayê: "Nîvê salonê çûye Antalyayê, em li benda yên mayin in jî"
    Yildirim: Behsa hûrgiliyên sîstema serokatiyê kir
    Etîketan:
    Herka Tirk, Projeya Santrala a Nukleerê ya Akkuyuyê, Binali Yildirim, Dmitriy Medvedev, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de