07:47 12 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimir Pûtîn

    Ji Serokê Rûsyayê Pûtîn daxuyaniya xaza siruştî

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo daxuyaniyên ku wê qadên xaza siruştî yên rûsî wê bi Rûsyayê ve werin girêdan şîrove kir û got: "Ev argumaneke ehmeqî ye."

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo daxuyaniyên ku wê qadên xaza siruştî yên rûsî wê bi Rûsyayê ve werin girêdan şîrove kir û got: "Ev argumaneke ehmeqî ye." Li gorî Pûtîn ev rewşeke beramberî hev e.

    Pûtîn di axaftina xwe de got: "Nêrîna kesên ku xaza me ya siruştî distînên wê bi me re bêne girêdan îdîayeke bêbingeh e. Ev argumaneke ehmeqî û bêfêde ye, lewra ev girêdana ku behsa wê tê kirin beramberî hev e. Heke kerîner bi firoşker ve girêdayî be, firoşker jî bi kerîner re girêdayî ye."

    Serokê rûsî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em gengaz in ku hem pêwistiya xwe û hem jî ya partnerê ku xaza siruştî distîne bicih bînin. Gazprom, heta niha di dîroka Yekîtiya Sovyetê de an jî di ya Rûsyayê de bi qasî ve serdemê sewkiyata xaza siruştî nekiriye."

    HERKA BAKUR JÎ DÊ TÊKEVE JIYANÊ Û TU GUMANA MIN TUNEYE

    Pûtîn di dawiya axaftina xwe de got: "Bêguman wê projeya xeta xaza siruşti ya Herka Bakur-2 jî têkeve meriyete. Digel ku Polonyayê destûrên pêwist yên xeta Herka Bakur-2 nedan jî, di serî de şirketên Almanya û Avusturya di projeyê de cih digirin. Herkes dixwaze bixebite. Tu gumana min tuneye ku ev proje wê têkeve jiyanê."

    Bi heman mijarî:

    Kremlînê rojeva hevdîtina Pûtîn û Yildirim aşkere kir
    Pûtîn, doktrîna zanyariyên nû ya ewlehiyê îmze kir
    Pûtîn behsa malnişîniyê û hobiyên xwe kir
    Di rapirsîna kesayeta salê ya kovara Timesê de, Pûtîn di rêza 3yan de ye
    Pûtîn ji Obama re sersaxî xwest
    Etîketan:
    Ji Pûtîn daxuyaniya xaza siruştî, Serokê dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de