08:41 22 Hezîran 2018
Dmitry Medvedev û Binali Yildirim

Medvedev: Têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê yên bizarganî dikare pêş bikevin

© Sputnik / Alexandr Astafiev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Peskov li Moskovayê bi hemkarê xwe yê Tirkiyeyê Binali Yildirim re civiya û diyar kir ku potansiyela Rûsya û Tirkiyeyê heye ku têkiliyên aborî û bazirganî yên di navbera xwe de bipêş bixin. Medvedev got dibe ku ji bo vê yekê projeyên hevpar werin pêkanîn.

Serokwezîrê Rûsyayê Medvedev di hevdîtina xwe ya li gel hemkarê xwe yê Tirkiyeyê Yildirim de ev tişt gotin, "Bi awayekî dîrokî têkiliyên me yên berfireh bi Tirkiyeyê re hene. Lê ev têkilî carinan ji ber sedemên sûbjektîf carinan jî ji ber sedemên objektîf kêm bûn. Em bi Serokwezîrê Tirkiyeyê (Binali Yildirim) re axivîn, ku em ê ji bo pêşxistina van têkiliyan karibin projeyên xwe yên hevpar pêkbînin."

Medvedev wisa berdewam kir, "Armanca vê civînê ew bû ku em di warê aborî, veberhênan û mirovî de hîn xurt bikin." Serokwezîrê Rûsî diyar kir ku hevdîtina wî ya li gel Yildirim, di nava salên dawîn de hevdîtina yekemîn e ku di navbera serokwezîrên Rûsya û Tirkiyeyê pêk hat.

Bi heman mijarî:

Matviyenko ji Yildirim re got: "Ji bo başbûna têkiliyan tiştê ji destê me were emê bikin"
Yildirim ji bo Medvedev: Emê dema windakirî telafi bikin"
Kremlînê rojeva hevdîtina Pûtîn û Yildirim aşkere kir
Yildirim li Rûsyayê: "Nîvê salonê çûye Antalyayê, em li benda yên mayin in jî"
Yildirim: Behsa hûrgiliyên sîstema serokatiyê kir
Etîketan:
têkiliyên bazirganî, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Rûsyayê, Binali Yildirim, Dimitry Medvedev, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de