02:49 22 Hezîran 2018
Valentîna Matviyenko

Matviyenko ji Yildirim re got: "Ji bo başbûna têkiliyan tiştê ji destê me were emê bikin"

© Sputnik / Alexey Filippov
Rûsya
Lînkê kurt
0 11

Seroka Konseya Federasyona Rûsyayê Valentîna Matviyenko di hevdîtina Yildirim de ragihand ku ji bo normalîzebûn û pêşxistina têkiliyên herdu welatan tiştê ji destê me were emê bikin.

Seroka Konseya Federasyona Rûsyayê Valentîna Matviyenko di hevdîtina xwe û Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim de ragihand ku ji bo normalîzebûn û pêşxistina têkiliyên herdu welatan tiştê ji destê parlamenterên rûs were dê bikin.

Valentîna Matviyenko li Moskovayê pêşwaziya Binali Yildirim kir û hevdîtinek pêk anîn. Mayviyenko di hevdîtinê de got: "Lijneya Federal û Konseya Federasyonê ji bo normalîzebûna têkiliyên dualî û pêşxistina pêwendiyan tiştê ji destê wê wan were dê bikin."

Matviyenko di berdewamiya axaftina xwe de got: "Têkiliyên navbera parlamentoyan, ji bo têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê perçeyekî girîng e. Têkiliyên navbera parlamentoyan ji bo pêşxistina herdu welatan nêrîneke hevpar a erênî ava dike."

Bi heman mijarî:

Yildirim wê li Moskovayê bi Matviyenko yê re were ba hev
Matviyenko: "Îran, piştgiriya rejima bê vîze dike"
Matviyenko: "Polîtîkaya hikumeta Amerîka ya derve têk diçe"
Matviyenko: Em dest bi xebatên navparlamentoyê dikin
Matviyenko: Em nikarin xayintiya Tirkiyeyê efû bikin
Etîketan:
Başbûna têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Seroka Konseya Federasyona Rûsyayê, Binali Yildirim, Valentîna Matviyenko, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de