10:17 13 Kanûn 2017
Zindî
     Dmitry Medvedev û Binali Yildirim

    Yildirim ji bo Medvedev: Emê dema windakirî telafi bikin"

    © Sputnik/ Alexandr Astafiev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di çarçoveya serdana xwe ya Rûsyayê de bi Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev re hevdîtinek pêk anî.

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di çarçoveya serdana xwe ya Rûsyayê de bi Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev re hevdîtinek pêk anî.

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim piştî hevdîtinê got: "Ji bo tekoşîna dijterorê emê hevkariyê bikin. Emê di qadên stratejîk de têkiliyan bi pêş bixin û dema me ya windakirî telafi bikin."

    EMÊ TÊKILIYÊN XWE DI WARÊ STRATEJÎK DE BI PÊŞ BIXIN

    Yildirim di beşa ji çapemeniyê re vekirîbû de axivî û got: "Ez bi hevdîtina Medvedev pir bi kêfxweş im. Em hemû bi hev re temaşe dikin ku me saleke tahl li pey xwe hişt. Emê ceribandinên vê sala borî baş binirxînin û têkiliyên xwe di asta stratejîk de ji berê baştir bikin û bigihînin noqteya dûtir. Ev gengaz e, ji bo ku di dema borî de jî mînakên wê hene."

    MEDVEDEV: SERDEMA NEXWEŞ LI PAŞ MA

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev jî di axaftina xwe de got: "Di têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê de sedemek zahmet li paş ma. Ev hevdîtina herdu serokwezîran dê têkiliyên bi pêş bixe."

    Medevedev di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hem ji hêla objektîf û hem jî ji sedemên subjektîf di navbera herdu welatan de tekiliyên bazirganî sekinin, lê em difikirin ku projeyên xwe yên mezin têxin jiyanê. Herwiha armanca hevdîtina îro jî ekonomi, veberhênan û bi pêşxistina qadên çandî ye."

     

    Bi heman mijarî:

    Matviyenko ji Yildirim re got: "Ji bo başbûna têkiliyan tiştê ji destê me were emê bikin"
    Kremlînê rojeva hevdîtina Pûtîn û Yildirim aşkere kir
    Yildirim li Rûsyayê: "Nîvê salonê çûye Antalyayê, em li benda yên mayin in jî"
    Yildirim: Behsa hûrgiliyên sîstema serokatiyê kir
    Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li Moskowê ye
    Etîketan:
    Serokwezîrê Rûsyayê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Dmitriy Medvedev, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de