09:35 12 Kanûn 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Kremlînê rojeva hevdîtina Pûtîn û Yildirim aşkere kir

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Kremlînê Dmitrey Peskov diyar kir ku wê mijara sereke ya hevdîtina îro Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim bike, hevdîtinên payebilind ên di 2017an, di navbera her du dewletan dê bin.

    Berdevkê Kremlînê herwiha got ku dibe mijara Sûriyê jî were gotûbêjkirin.

    ‘NE JI DERVEYÎ IHTAMALA YE KU SÛRIYE JÎ WERE GOTÛBÊJKIRIN'

    Peskov wiha got: "Dibe ku mijara Sûriyê jî were rojevê, em nikarin vê ji derveyî ihtimalan bihêlin. Lê armanca sereke ya hevdîtinê, amadekarî j bo hevdîtina sala pêşiya me di navbera Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de bê kirin. Amadekarî di astên cuda de tên kirin. Beriya niha wezîrên karê derve hevdîtin kirin, niha jî serokên hikûmetên her du welatan wê hevdîtinan bikin."

    Peskov di berdewamiyê de diyar kir ku di rojeva her du welatan de, têkiliyên aborî-bazirganî yên gelekî xurt û tevlihev hene û ji ber wê jî gelek mijar hene.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim li Rûsyayê: "Nîvê salonê çûye Antalyayê, em li benda yên mayin in jî"
    Yildirim: Behsa hûrgiliyên sîstema serokatiyê kir
    Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li Moskowê ye
    Etîketan:
    aborî, bazirganî, Kremlîn, Recep Tayyip Erdogan, Binali Yildirim, Vladimir Putin, Dmitriy Peskov, Tirkiye, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de