09:34 12 Kanûn 2017
Zindî
    Nexweşxaneya leşkerî ya Rûsyayê li bajarê Helebê

    Kremlîn: Milîtanên li Helebê bi zanebûn êrîşê nexweşxaneya Rûsî kir

    © Sputnik/ Mikhail Alayeddin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov anî ziman ku milîtanên mixalîf ên li Helebê duh bi zanebûn êrîşê nexweşxaneya Rûsî kirine û got ev rewş dide xuya ku di destê milîtanan de koordînat hene.

    Peskov bersiva pirsen rojnamegeran da û diyar kir ku milîtanan bi zanebûn êrîşê nexweşxaneya Rûsî kirine û got ev rewş dide xuya ku di destê milîtanan de koordînat hene.

    Peskov dest nîşan kir ku di derbarê kê koordinat dane milîtanan de agahiyên pêbawer di destê wan de tune ye.

    ‘BERTEKA NERME YA CIVAKA NAVNETEWEYÎ CIHÊ XEMGÎNIYÊ YE'

    Ji aliyê din ve Peskov derbirî ku di serî de Amerîka, berteka nerme ya civaka navneteweyî ya li hemberî êrîşa li dijî nexweşxaneya Rûsî cihê xemgîniyê ye.

    Peskov dest nîşan kir ku welatên Rojava li hemberî vê trajediye "piçekî di ser mutewaziyê re' bertek nîşan dane.

    ‘EM DIPÊN KU HEVALBENDÊN ME YÊN ROJAVAYÎ HÎN ÇALAK BIN'

    Berdevkê Kremlînê da zanîn ku niha tenê Rûsya alîkariya mirovî dide sivîlên ku ji rojhilatê Helebê vediqetin û got, "Em dipên ku hevalbendên me yên Rojavayî helwesteke hîn çalak nîşan bike, ku em ê vê yekê bi kêfxweşî pêşwazî bikin."

    © Ruptly.
    Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê li dijî nexweşxaneya Rûsyayê êrîş pêk hat.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: "Milîtanên ku ji Helebê venekişin dê werin tunekirin"
    Lavrov: "Êrişa li dijî nexweşxaneya me ya Helebê çalakiyeke plankirî bû"
    Pêşniyara NY ya agirbesta Helebê hat veto kirin
    Rûsya: Hemşîreya rûs a li Helebê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da
    Peyamnêrê RTyê li Helebê di êrîşeke li dijî nexweşxaneya Rûsî de birîndar bû
    Etîketan:
    koordînat, bi zanebûn, milîtan, êrîş, Berdevkê Kremlînê, Dmitriy Peskov, Heleb, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de