13:23 21 Hezîran 2018
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Lavrov: "Êrişa li dijî nexweşxaneya me ya Helebê çalakiyeke plankirî bû"

© Sputnik / Grigoriy Sisoev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku êrişa bombebaranî ya nexweşxaneya me ya leşkerî li Heleba Sûriyeyê çalakiyeke plankirî bû.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku êrişa bombebaranî ya nexweşxaneya me ya leşkerî li Heleba Sûriyeyê çalakiyeke plankirî bû û em ji vê bi ewle ne.

Sergey Lavrov piştî hevdîtina Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland di civîna çapemenî de ji bo êrişa nexweşxaneya leşkerî ya Helebê ku 2 bijîşkên rûsî hatin kuştin dew got: "Li gorî pêşbîniyên me ev êrişeke plankirî bû. Di bin baskê patronên biyanî de kesên ku dixwazin çeperên xwe yên Helebê biparêzin ev çalakî bi planî pêk anîn."

JI BO ÊRIŞÊ BERTEKÊN TUND NEHATIN DAYÎN

Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dewletên rojavayî çalakiyên grûbên radîkal ên Sûriyeyê teşwîq dike û em ji metirsîdar in. Amerîka jî di nav de civaka navnetewweyî li hemberî êrişa nexweşxaneya leşkerî ya rûsî li Helebê bertekên tund nîşan nedan û ev me xemgîn kir. Emê ji bo ewlehiya nexweşxaneyan bergiriyên nû bigirin."

Bi heman mijarî:

Lavrov: "Milîtanên ku ji Helebê venekişin dê werin tunekirin"
Lavrov: "Pêşnûmaya KENYê ya derbarê Helebê provokasyon e"
Lavrov: "Projeyên hevpar ên bi Japonyayê re wê têkiliyên me bigihîne asteke nû"
Lavrov û Kerry Proseya siyasî ya çereseriya krîza Sûriyê anîn rojevê
Lavrov: Kesên dixwazin Esad bixin, gotûbêjên Sûriyeyê asteng dikin
Etîketan:
êrişa nexweşxaneya leşkerî ya rûsî li Helebê, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Thorbjorn Jagland, Sergey Lavrov, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de