04:32 16 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn, doktrîna zanyariyên nû ya ewlehiyê îmze kir

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 00

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn doktrîna zanyariyên nû ya ewlehiyê îmze kir. Di doktrîna nû de li hemberî operasyona zanyariyên psîkolojîk pêwistiya li hember derketina kirp dike.

    Di belgeya doktrînê de behsa bikaranîn û zêdekirina zanyariyên teknolojiyê tê kirin û tê gotin ku hinek welatên biyanî vê teknolojiye ji bo armancên leşkerî bikar tînin.

    Herwiha di berdewamiya belgeyê de tê gotin ku saziyên îstîxbaratî yên hinek welatan ji bo ku rewşa polîtîk bê îstîqrar bikin operasyonên zanyarî û psîkolojîk pêk tînin, nirxên manewî yên însanan şilo dikin û van operasyonan li hemberî gelê rûs di demên dawî pir zêde bikar tînin.

    Li gorî dokumanê, hinek welatên diyar, ji bo ku yekrêziya axa Rûsyayê, siyasî û îstîqrara civakî têk bidin ji van tekonolojiyan zêde îstîfade dikin.;Lewra tê zanîn ku dezgehên îstîxbaratê yên biyanî li hemberî saziyên dewletê yên Rûsyayê, saziyên zanistî û şirketên parastinê xebatên sîxurî zêde kirine.

    Di dirêjiya belgeye de tê gotin ku terorîst û kesên radîkal ji bo gengeşiya di nava civakê de zêde bikin û nêrînên tund belav bikin operasyonên psîkolojîk bikar tînin û Rûsya li hemberî van metirsiyan nebexşkiriye. Li gorî belgeyê, Rûsya li hemberî van metirsiyan tedwîrên pêwist dê bigire û operasyonên psîkolojîk ên li dijî gel wê bê bandor bihêle.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn behsa malnişîniyê û hobiyên xwe kir
    Di rapirsîna kesayeta salê ya kovara Timesê de, Pûtîn di rêza 3yan de ye
    Pûtîn ji Obama re sersaxî xwest
    Pûtîn ji Abe re name şand
    Kremlin: Pûtîn sibe dê pêşwaziya Yildirim bike
    Japonya, kuçikekî tuxmê Akîta diyarî Pûtîn dike
    Etîketan:
    Doktrîna zanyariyên ewlehî, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de