01:38 14 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn bi kuçikên xwe yên bi navê Buffy û Yume re

    Pûtîn behsa malnişîniyê û hobiyên xwe kir

    © Sputnik/ Alexei Druzhinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn plana xwe ya piştî berdana erka seroktiyê eşkere kir û got, ‘Helbet diwazim geştên cuda bikim, siruştê bibînin û li şûnwarên dîrokî bigerim.’

    Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtin di serdana karkerên fabrîkaya Etero ya bajarê Çelyabinskê li ser pirsekê got, "Ez dixwazim karîyera xwe bi serkeftî bi encam bidim" û wiha pêde çû:

    "Gelekî ji geştê hez dikim. Niha hemû geştên min tenê wiha ne; têm balafirgehê, paşê derbasî avahiyekê dibim û piştre dîsa vedigerim nav balafirgehê. Bi ser de jî em dibêjin, ‘Erê em çûne deverekê'. Helbet dixwazin geştên cuda bikim, siruştê bibînin û li şûnwarên dîrokî bigerim."

    PÛTÎN NAVÊ WÊ HOBÎYA XWE NEGOT

    Pûtin behsa serdana xwe ya Perûyê ku demek berê kiribû kir û got, "Dîsa balafirgeh, avahî û dîsa em vegeriyan Moskowê. Lê belê li wê derê gelek cihên gerê hene. Perû welatekî cuda ye, dibêjin gelek deverên wê yên balkêş hene."

    Serokê Rûsyayê li xwe mikur hat ku gelekî dixwaze hobîyeke xwe biceribîne, lê navê wê hobiya xwe neda.

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn ji Obama re sersaxî xwest
    Pûtîn ji Abe re name şand
    Kremlin: Pûtîn sibe dê pêşwaziya Yildirim bike
    Japonya, kuçikekî tuxmê Akîta diyarî Pûtîn dike
    Pûtîn: Heke li Primakov guhdar bikirana, wê encamên ‘Bihara Erebî' cuda bûba
    Etîketan:
    Rûsya, Pûtîn behsa hobîyên xwe û malnişîniya xwe kir, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de