21:38 21 Çile 2018
Zindî
     Vladimir Putin bi judo dilîze

    Pûtîn berwirdî di navbera judo û hunerê de kir

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskyi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ê ku şûtika wî ya reş di jûdoyê de heye, diyar kir bê çi ne ew tiştên dikarin huner bihesibin û çi ne yên nayên hesibandin.

    Pûtîn di rûniştekê de ku ji aliyê konseya çand û hûner û konseya zimanê rûsî ya Serokatiya Dewleta Rûsyayê ve hatibû lidarxistin axivî û berawirdiya jûdoya ku şûtika wî ya reş tê de heye û hunerê kir. Pûtîn got:" Hûn dizanin, ev bi salan e, ez judoyê dikin. Gava mirov ipponê(xistina reqîbê li ser piştê) bike, divê xurt û lezgîn be. Hinek krîter hene û civaka profesyonel guhd dide van tiştan. Divê ev krîter di civata hunerê de jî bên lipêşxistin."

    "DI HUNERÊ DE NABE KES DEST BIDE AZADIYA DERBIRÎNÊ"

    Herwiha Pûtîn wiha got: "Di hunerê de, azadiya derbirînê mafeke wiha ye ku nabe ti kes dest bidê. Lê wek hemû azadiyan, rûyekî din ê wê heye, berpirsyariya wê heye. Hunermend kesekî wiha ye ku bandorê li hişmendiya kesên din dike, lewra divê haya wî jê hebe. Herwiha divê hunermend xetekê di navbera hîcîw û provaksyonên qestî ku mriovan biçûk dikin û xebatên hunerî de deyne."

    Ji aliyê din ve, Pûtîn teqez kir ku hemû çalakiyên holîganî li dijî pêşangeh û temaşegehan divê di çarçoveya qanûnan de bên bênandorkirin û sizakirin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn spasiya karkerên tirk û got: "Em dikarin di pêşerojê de jî van projeyan çekin"
    Pûtîn: "Gelo ev parametreyên li Rûsyayê, li cihanê jî heye nizanim"
    Erdogan: "Pûtîn got tu eleqeya me bi êrişê re tuneye"
    Pûtîn: Rûsya amade ye bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re hevkariyê bike
    Çavuşoglu: "Yildirim, li Moskovayê wê bi Pûtîn û Medvedev re hevdîtinê bike"
    Kremlîn: Erdogan ji bo gotinên xwe yên derbarê Esad de daxuyanî da Pûtîn
    Pûtîn û Erdogan li ser gihandina alîkariyên Helebê peyivîn
    Etîketan:
    berawird, huner, Judo, Vladîmîr Pûtin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de