18:12 17 Çile 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn spasiya karkerên tirk û got: "Em dikarin di pêşerojê de jî van projeyan çekin"

    © Foto: www.kremlin.ru
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li bajarê Saint Petersburgê spasiya karkerên şirketa bi navê ZSDê ku ya îtalî û tirkan e kir.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, li Saint Petersburgê tevlî merasîma vekirina rêya otobanê bû û paşî bi karker û endezyarên şirketa îtalî û tirkî re hat cem hev. Pûtîn di hevdîtinê de got: "Spasiya herkesî dikim. Vekirina vê otobanê hemwelatiyên me yên li Saint Petersburgê bûyereke mezin e. Bi saya vê otobanê mehê derdora 6-7 milton wesayît bêyî ku têkeve navendê wê bikaribin rêya xwe bidomînin. Hûn difikirin bê ev reqemeke çikas zêde ye?"

    Serokê Rûsyayê Pûtîn tevlî merasîma vekirina otobanê bû
    © Foto: WWW.KREMLİN.RU
    Serokê Rûsyayê Pûtîn tevlî merasîma vekirina otobanê bû

    PÛTÎN BI ZIMANÊ ÎTALÎ XATIR XWEST: ARRIVEDERCI

    Pûtîn dema xatir xwestinê ji got:"Spasiya we hemûyan dikim. Ez we hemûyan pîroz dikim. Wekî din spasiya pisporên me û şirketa dost jî dikim. Hêvî dikim xebata we ya li vir ji bo we tiştekî cuda be. Divê em bikaribin di pêşerojê de jî bikaribin projeyan bi hev re çekin."

    ​Yek ji karkeran bersiva Pûtîn da û got: "Em ji xebata xwe ya vir û ji hebûna we jî ser bilind in." Li ser vê Pûtîn got: "Ez spas dikim. Hêvî dikim proje li xweşiya we çûbe. Ji bo ku ev projeyeke modern û mezin e." Pûtîn paşî yek bi yek destê karkeran girt û bi zimanê Îtalî got: "arrivederci" xatir ji wan xwest.

    Li gorî zanyariyan di nava şirketên înşaetê de 2 şirketên tirk jî cih digirin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: "Gelo ev parametreyên li Rûsyayê, li cihanê jî heye nizanim"
    Erdogan: "Pûtîn got tu eleqeya me bi êrişê re tuneye"
    Pûtîn: Rûsya amade ye bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re hevkariyê bike
    Pûtîn konsepta nû ya polîtîkaya derve ya Rûsyayê pesend kir
    Pûtîn: "Di tekoşîna dijterorê de alternatîfa cepheya hevpar tuneye"
    Etîketan:
    Pûtîn tevlî merasîma vekirina otobanê bû, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Saint Petersburg, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de