16:40 22 Gulan 2018
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Kesên dixwazin Esad bixin, gotûbêjên Sûriyeyê asteng dikin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ev bêtirî nîv salê ye, ew kesên mercên xwe ji pêşî de diyar dikin û dixwazin Serokê Dewleta Sûriyeyê birûxînin, gotûbêjên Sûriyeyê asteng dikin.

    Lavrov derbarê rewşa rojhilatê Helebê de jî axivî û got: Li gorî agahiyên di destê me de, hemû herêmên li rojhilatê Helebê di bin kontrola El-Nusrayê de ne.

    Herwiha Lavrov derbarê damezirandina Artêşa Helebê de jî wiha got: "Ez dûr nabînim ku damezirandina Artêşa Helebê, tenê hewldanek be ku navekî nû li El-Nusrayê bikin."

    Wezîrê rûs diyar kir ku êdî ti xeter tine li ser karwanên alîkariya mirovî yên di rêya Kastêloyê re diçin lê tenê divê lihevkirin bi Hikûmeta Sûriyeyê re pêk were.

    Lavrov bi hevkarê xwe îtalî re di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got: "Me îro behsa biryara Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2254an ku pêdivî bi çareseriyê heye bê ku merc ji pêşî ve werin diyarkirin…Lê mixabin! Ev bêtirî nîv salê ye ku gotûbêj tên astengkirin ji aliyê wan kesan ve yên mercên wiha datînin ku biryara NYyê binpê dike, wek merca israr dikin ku Esad pêşî biçe lê ev tişt nayê qebûlkirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Daxuyaniya Erdogan delîla êrîşkariya Tirkiyê ye
    'Amerîka dixwaze li Sûriye û Iraqê dewlata kurd damezirîne'
    Sûriye: Tirkiye û Amerîka jî tê de, em ê li dijî destwerdanên leşkerî derkevin
    Sûriye: "Delîlên ku Enqere û Washîngton piştgiriya milîtanan dikin hene"
    Sûriye: Tirkiye bi temamî berpirsyara rageşiyên Rojhilata Navîn e
    Sûriye: Êdî her kes dizane ku Tirkiye piştgiriya terorê dike
    Etîketan:
    El-Nusra, Artêşa Helebê, Sergey Lavrov, Sûriye, Îtalya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de