23:29 22 Nîsan 2018
    Aeroflot

    Aeroflot, firînên xwe yên Tirkiyeyê zêde kirin

    © Sputnik / Natalia Seliverstova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Şirketa rêya hewayî ya fermî ya Rûsyayê Aeroflotê firînên xwe yên bitarîfe di navbera Tirkiye û Rûsyayê de derxiste 4an.

    Midûrê Aeroflot ê Bazarkarî û Firotinê yê Tirkiyeyê Ladîn Topaçoglu di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku di van demên dawî de hejmara rêwiyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de zêde bûn û ji bo ku em bikaribin bersiva van rêwiyan bidin me firînên xwe yên bitarîfê derxiste 4an.

    Topaçlioglu di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "rêya hewayî ya Aeroflotê ji terefê rêwiyên tirk ve jî tê ecibandin, lewma me firînên xwe zêde kirin. Her roj ji Stenbolê bo Moksovayê 3 û ji Antalyayê jî wê balafirêk bi awayê beramberî hev wê rabe. Digel ku demsal çileye jî ev daxwazkarî em kêfxweş kşirin."

    Ladîn Topaçlioglu di dawiya daxuyaniya xwe de got: "Ji xeyrî Rûsyayê em rêwiyên tirk digihînin Çîn, Tokyo û Hong Kongê, Aeroflot xwediyê xelata Business Traveller Rusya&CISê ye û wekî rêya hewayî ya herî baş a Ewropayê hatiye hilbijartin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê astengiya firînên Tirkiyeyê rakir, Aeroflot dest bi firotina bilêtan kir
    Tez Tour dixwaze her roj ji Moskovayê firînên charterê bo Antalyayê pêk bîne
    Ji THYê rekora Moskovayê: Hejmara firînên rojane derket 11an
    Ji Rûsyayê bo Tirkiyeyê heftane dê 63 firînên charterê pêk werin
    Firînên charter wê hejmara turîstên rûsî 3 qat zêde bike
    Etîketan:
    Firîn3en navbera Stenbol û Moksovayê zêde bûn, Business Traveller Rusya&CIS, Midûrê Aeroflot ê Bazarkarî û Firotinê yê Tirkiyeyê, Ladîn Topaçoglu, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de