00:32 27 Gulan 2018
Mihail Bogdanov

Rûsya: "Ji bo pêwendiya muxalifên sûriyeyî pêwistî bi navbeynkaran tuneye"

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov ragihand ku Moskova ji bo pêwendiyê bi muxalifên sûriyeyî re deyne pêwistiya wê bi navbeynkaran tuneye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov nûçeya ku Moskova bi navbeynkariya Tirkiyeyê bi muxalifên sûriyeyî re hevdîtin pêk aniye nirxand û got: "Em bi muxalifên sûriyeyî re rastrast di nava pêwendiyê de ne. Duhî li Moskovayê me bi berdevkê muxalefeta navxweyî ya sûrî Mais Kride re hevdîtinek pêk anî, ji bo hevdîtinan pêwistiya me bi navbeynkaran tuneye."

Mihail Bogdanov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Berpirsên rûsî hem li Stenbolê û hem jî li çend cihên din bi muxalifên Sûriyeyê re hevdîtin pêk anî ne."

Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duhî di serdana xwe ya Alanyaya Antalyayê de ragihandibû ku bi grûbên muxalifên çekdar ên sûriyeyî re bi tevlîbûna Tirkiyeyê me hevdîtin pêk anîn.

Wezîrê rûsî di dirêjiya axaftina gotibû: "Ji bo ku hevkarên me yên tirk jî bi muxalif û fermandaran re di nava pêwendiyê de ne bi tevlîbûna Enqereyê ji bo fêhmkirina rihnasiya wan em danûstandinê dikin. Bê çawa berê me li Neteweyên Yekbûyî û di Grûba Piştgîr a Sûriye ya Navneteweyî de jî gotibû ji bo muxalif bibin perçeyekî çareseriyê em wan teşwîq dikin."

Bi heman mijarî:

Muxalifên sûriyeyî û Rûsya bi navbeynkariya Tirkiyeyê civiyan
Rûsya: Fetih el Şam û muxalifên nerm amadekariyê ji bo êrîşa hevbeş dikin
Rûsya: "Artêşa Sûriye û mûxalif wê ji rêya Kastîloyê vekişin"
Ji Lavrov derbarê leşkerên tirk daxuyanî: Ti eleqa Rûsya û Sûriyeyê pê nîne
Rûsya: Ji bo ku têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re bibin wek berê em gavên teqez diavêjin
Etîketan:
Hevdîtina Rûsya û muxalifên sûriyeyî, Grûba Piştgîr a Sûriye ya Navneteweyî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Mihail Bogdanov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de