10:47 26 Gulan 2018
Tesîsa xaza sirûştî

Peyman Herka Tirkî ji bo erêkirinê wê pêşkêşî parlamantoya rûsî bikin

© Sputnik / Sergey Kozlov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku Peymana Herka Tirkî li Parlamantoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin ji bo erêkirina hetanî demeke nêzîk wê pêşkêşî baskê jêr ê Parlamantoya Rûsyayê ya Dumayê bikin.

Serokê Komîteya Têkiliyên Navneteweyî yê Dumayê Leonîd Slutskiy li hemberî pirsa ku wê Peymana Herka Tirkî kengî were erêkirin got: "Em naxwazin pir bilez bikin, lê hetanî demeke nêzîk tê pêşbînîkirin ku pêşkêşî Dumayê bikin."

Leonîd Slutskiy di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî dokuman hate Dumayê emê bi komÎteya enerjiyê re li parlamentoyê rûniştinekê pêk bînin û li ser vê dosyeyê bi awayekî sîstematÎk bixebitin."

Peymana Herka Tirkî şevê din li Parlamentoya Tirkiyeyê bi tevlîbûna 223 parlamanan hatibû qebûlkirin. Di dengdayînê de 210 parlamanan dengê erê da, 7an dengê na û 6 jî dengê bêalî bikar anîn.

Ji aliyê din ve Serokê Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî yên Konseya Federasyona Rûsyayê ku baskê jor ê Parlamantoya Rûsyayê ye Konstantîn Kosaçev di hevpeyvîna xwe ya ajansa RIA Novostiyê de got: "Li gorî pêşbîniyan Peymana Herka Tirkî hetanî dawiya salê dê were rojeva parlamentoyê."

Bi heman mijarî:

Lavrov: "Em ê Herka Tirkî piştî gerentiya YEyê mezin bikin"
Gazprom: "Di 2017an de em ê dest bi înşaeta Herka Tirkî"
Çavuşoglu: "Herka Tirkî hêza Tirkiyeyê nîşan dide"
Tirkiye û Rûsyayê peymana Herka Tirkî îmze kir
Novak: "Dibe îro peymana Herka Tirkî were îmzekirin"
Etîketan:
Serokê Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî yên Konseya Federasyona Rûsyayê, Serokê Komîteya Têkiliyên Navneteweyî yê Dumayê, Peymana Herka Tirkî, Konstantîn Kosaçev, Leonîd Slutskiy, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de