13:14 24 Gulan 2018
    êrîşa sîberê

    FSB: Plana êrîşa sîber a istixbaratên biyanî deşîfre bû

    © REUTERS /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serwîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê derxist holê ku rêxistinên istixbarata biyanî, plandikirin roja duşemê êrîşa sîber, li ser sîstema darayî ya Rûsyayê bidin destpêkirin.

    Di daxuyaniya ku ji hêla FSBê hatiye dayin de wiha tê gotin: "Ew agahî gihiştiye destê FSBê ku wê serwîsên istixbaratên biyanî, gelek xebatên bankeya rûs a mezin jî di nav de, ji bo bêaramîkirina sîstemên fînansal ên Rûsyayê, amadekariya destpêkirina êrîşên sîber ên mezin dikin."

    FSBê destnîşan kir ku ji bo bêbandorkirina êrîşên li hemberî ewlekariya zanyarî û aboriya rûs tedbîrên hewce hatine standin.

    ‘SERVIRÊ WAN A ŞÎRKETEKE ÛKRAYNI YE'

    Di daxuyaniyê de encamên lêkolînê jî hatine parvekirin. Li gorî van encaman, derketiye holê ku dihate xwestin, êrîşên sîber ên hatine plankirin, ji servir a şîrketa ûkraynî ya BlazingFast ê ya li Hollandayê bên kirin.

    Di vê navberê de BlazingFast ê jî soza lêkolîna muşteriyê xwe yê li Hollandayê da.

    Bi heman mijarî:

    FSB: Li Moskova û Qafqasyayê milîtanên DAIŞê ku amadehiya êrişan dikirin hatin girtin"
    FSB: "Li Kirimê grûbeke sabotajkerên ûkraynî hatin binçavkirin"
    FSB: Keştiya masîgir a Koreya Bakur gule bera da, me bersiv da, kesek mir
    FSB: Dibe ku sînorê Rûsya û Norwecê bo sewkiyata çekan bê bikaranîn
    FSB: "Hêzên ûkraynî xwestin bi dizî têkevin Kirimê"
    Etîketan:
    şîrketên servirê, banka, sîstema darayî, êrîşa sîber, Şîrketa BlazingFast, Beşa Ewlekariya Federal a Rûsyayê FSBê, Ukrayna, Hollanda, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de