13:55 19 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

‘Ma Erdogan wê çawa karibe, Esadê ku Rûsya li piştê ye têk bibe?'

© AP Photo / Murat Cetinmuhurdar
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Pisporê rûs yê Qefqasya û Rojhilata Navîn Andrey Yepifantsev, daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan nirxand û got: ‘Ma Erdogan wê çawa karibe, Esadê ku Rûsya li piştê ye têk bibe?'

Navenda nûçeyan — Erdogan duh derbarê Operasyona Mertala Firatê de wiha axivî bû: ‘Em bo ku dawî li desthilatdariya Esad ya ku terora dewletê pêk tîne bînin ketin Sûriyeyê, ne bo tiştek din.'
Ev gotinên Erdogan kete rojeva Rûsya û cîhanê û bû sedema nîqaşên mezin. Li ser vê yekê pisporê rûs Yepifantsev jî li ser malpera civakî de hin şirove kir.

‘BO SIYASETA NAVXWEYÎ YE'

Yepifantsev  daxuyaniya  Erdogan wiha şirove kir: ‘Daxuyaniya Erdogan li ser medyaya civakî û çapemeniyê bû sedema nîqaşan. Serenavên wekî ‘Ma dîsa me ji pişta me lê xistin?' ‘Tirkan dîsa dest bi gotinên faşizan kirin.' Rastiya girîng ev e: Ma Erdogan wê çawa karibe, Esadê ku Rûsya û Îran li pişte ye têk bibe? Hem jî dema ku dike Heleb bê rizgarkirin. Bi min daxuyaniya Erdogan bo siyaseta navxweyî ye. Ji bîr nekin ku rojên borî leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan. Lewma jî ev daxuyanî bo politikaya navxweyî bû.'

Bi heman mijarî:

Muslim: Plana Erdogan a dabeşkirina Sûriyeyê neguheriye
Pisporê rûs daxuyaniya Erdogan şirove kir: Daxuyaniya derbarê Sûriyeyê retorîk e
Sûriye: Daxuyaniya Erdogan delîla êrîşkariya Tirkiyê ye
Uşakov: "Axaftina Pûtîn û Erdogan a bi telefonê ne diyar e"
Bogdanov: "Daxuyaniya Erdogan a Esad li dijî peymana rûs û tirk e"
‘Ajana Sor' Chapman: Ne diyar e ku dê Erdogan çi bike
Etîketan:
leşkerên tirk, operasyona mertala firatê, şerê sûriyeyê, TAYÎP ERDOGAN, Andrey Yepifantsev
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de