00:05 22 Sibat 2018
Zindî
    رجب طيب أردوغان

    Pisporê rûs daxuyaniya Erdogan şirove kir: Daxuyaniya derbarê Sûriyeyê retorîk e

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê Rojhilata Navîn û rojnamevan Îsrael Şamîr daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan ya derbarê armanca Operasyona Mertala Firatê de wekî ‘retorîk' şirove kir û got ne hewceye ku mirov panîkê bike û bila kesek guh nede van gotinan.

    Navenda nûçeyan - Erdogan duh armanca Operasyona Mertala Firatê wekî ‘têkbirina Esad û bidawîkirina desthilatdariya wî' eşkere kiribû. Li ser vê yekê pisporê rûs Şamîr gotinên Erdogan ji Sputnikê re şirove kir.

    ‘TIRKIYE AMADEHIYA DAGIRKIRINA SÛRIYEYÊ NAKE'

    Şamîr derbarê gotinên Erdogan wiha diaxive: ‘Ne hewceye ku mirov panîkê bike. Tirkiye amadehiya dagirkirina Sûriyeyê û têkbirina Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad nake.  Piştî daxuyaniya Erdogan artêş qet tiştek nekir. Ti tevgerek artêşa tirk ya li herêmê jî nîne.'

    ‘RETOÎKA BO SÎYASETA NAVXWEYÎ YE'

    Pisporê rûs yê ku gotinên Erdogan wekî ‘retoîka bo sîyaseta navxweyî şirove kir' wiha pê de çû: ‘Ev tenê daxuyaniyek e. Divê mirov zêde guh nede. Pevçûnên li Helebê bêyî destwerdana Tirkiyeyê didomin. Lewma jî ne hewceye ku mirov panîkê bike. Bi Tirkiye re şer û pevçûn tune ye.'

    Bi heman mijarî:

    Uşakov: "Axaftina Pûtîn û Erdogan a bi telefonê ne diyar e"
    Bogdanov: "Daxuyaniya Erdogan a Esad li dijî peymana rûs û tirk e"
    ‘Ajana Sor' Chapman: Ne diyar e ku dê Erdogan çi bike
    Kremlin li bendeye ku Erdogan derbarê gotinên xwe de daxuyaniyekê bide
    Peskov: Daxuyaniya Erdogan ji bo Esad di axiftina Pûtîn û Erdogan de nehat rojevê
    Etîketan:
    retoîk, operasyona mertala firatê, şerê sûriyeyê, şer, tayîp erdogan, Îsrael Şamîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de