16:33 22 Hezîran 2018
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li pêşberî Meclisa Federal diaxive

Hinek mijarên giring ji axiftina Pûtîn a par

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Tenê çend saet mane ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn axiftina xwe ya salane ya Meclisa Federal pêk bîne. Di vê navberê de Spûtnîk beşên herî giring ên axiftina Pûtîn a par berhev kirin.

Axiftina ku cara yekem serokê berê Dewleta Rûsyayê Boris Yeltsin sala 1994an pêk hat û ji wê rojê de heta îro bûye adet, ne tenê li Rûsyayê lê belê li tevahiya cîhanê tê şopandin.

"DIVÊ WELAT BES TERORÎSTAN JI BO BERJEWNDIYÊN XWE BI KAR BÎNIN"

Du mijarên giring ên axiftina Pûtîn a par hebûn; şerê li dijî terorê û operasyonên Moskovayê li Sûriyeyê bûn. Pûtîn gotibû, "Rûsyayê bi salan li pêş şerê terorê kir. Êrîşên terorê li ser welatiyên Rûsyayê bûne sedema wendakina bi hezaran can û malî." Serokê Rûsyayê banga hevkariya li dijî terorê kiribû û wiha berdewam kiribû: "Divê em bibin yek dest ji bo bikarin li dijî terora navdewletî têbikoşin. Divê em eniyeke xurt li dijî terorê pêk bînin. Divê welat ji du-pîvaniyê li himberî terorê dûr bisekinin û divê komên terorîst ji bo berjewndiyên xwe bes bi kar bînin."

Ji aliyê din ve, Pûtin derbarê aliyên ji bêistqrariya Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê de jî daxuyaniyeke nerasterast dabû û wiha gotibû: "Em sedema bûyeran dizanin.Em dizanin kî ne yên dixwazin birêveberiyê ne bi dilê xwe rakin û bi zalimane rêbazên empoze bikin…Wan belayek afiran, pergala welatan xera kir û mirov xistin qirika hev ku bi vî awayî jî pêş li terorîst, tundrew û radîkalan vekir."

"TERORÎSTÊN SÛRIYEYÊ DÊ BIXAZIN TOVÊN NEFRETÊ LI DIJÎ RÛSYAYÊ BIÇÎNIN"

Herwiha Pûtîn derbarê operasyona Rûsyayê li Sûriyeyê daye destpêkirin jî de axivîbû û wiha gotibû: "Terorîstên li Sûriyeyê mişe bûne, gefekê li ser Rûsyayê çêdikin. Eger gelekî xurt bibin û li Sûriyeyê bi ser kevin, teqez ew ê werin Rûsyayê jî. Ew ê bixwazin tovên nefretê li dijî Rûsyayê biçînin, tirs û nefretê biafirînin û mirovan bikujin. Em neçar in bala xwe bidin wan û wan ji nav bibin. Operaysona me li Sûriyeyê ji ber vê sedemê û li ser daxwaza hikûmeta meşrû ya Sûriyeyê pêk hat".

"EM DIZANIN KÎ NE YÊN KU LI TIRKIYEYÊ RE BI DAIŞÊ RE XEBITÎN Û BÊRÎKÊN XWE TIJÎ KIRIN"

Mijareke din a giring a axiftina Pûtîn a par, xistina balafira Rûsyayê Su-24ê ji aliyê balafira Tirkiyeyê F-16yê bû. Pûtîn diyar kiribû ku hinek kes li Tirkiyeyê hevkariyê bi DAIŞê re dikin û bêrîkên xwe tijî dikin û wiha gotibû: "Em dizanin bê li Tirkiyeyê kê bêrîkên xwe tijî kiriye bi saya petrola terorîst ji Sûriyeyê didizin. Terorîst bi xêra van pereyan milîtanan didin hev, çekan dikirin û êrîşên nemirovî pêk tînin."

"REWŞA ABORIYA RÛSYAYÊ NE DI ASTA XETER DE YE"

Serokê Rûsyayê behsa polîtîkaya welatê xwe ya derve û geşepêdanên dawî jî kiribû û wiha gotibû: "Rewşa aborî ya heyî ya Rûsyayê tevlihev e lê dîsa jî di asta xeter de ye. Ew bixwe em meylên erênî dibînin. Rewşa hilberîna endusteryel û ya rubleya rûsî bi giştî sabit e. Kêmbûneke biçûk di enfelasyonê de heye. Li gorî sala 2014an jî, em dibînin ku derketina sermyanê bo derve jî kêm bûye".

"EM Ê JI BO RÛSYAYÊ BIXEBITIN"

Herwiha Pûtîn diyar kir ku haya rûsan ji zehmetiyên nava û derveyî welatî heye û wiha got: "Hertim zehmetî û asteng di rêya pêşketin û pêçveçûnê de hebûne. Em jî dê li dijî her zehmetiyên bixebitin; em ê hilberîner û afirîner bin û ji bo Rûsya û başiya herkesî bixebitin".

Axiftina par a Pûtîn ku li pêşberî 1000 parlementerên Duma û Meclisa Federal kiribû ji aliyê bêtirî 500 saziyên medyayê ve hatibû şopandin.

Bi heman mijarî:

Rûsya û Ermenistanê Peymana Hêza Hevpar îmze kir
Rûsya: "5 hezar û 600 sivîl ji herêmên dorpêçkirî veqetiyan"
Rûsya: Daxuyaniya Amerîkayê ya ser Helebê propagandayeke bêarî ye
Îran: Rûsya dikare di rewşên pêwîst de Baregeha Hemedanê bikar bîne
Rûsya û Misirê li ser Sûriyeyê hevdîtin pêk anî
Rûsya dê pergala çavdêriya fezayê li Kirimê bi cih bike
Etîketan:
teror, Vladîmîr Pûtîn, Sûriye, Tirkiye, Rojhilata Navîn, Rûsya, Afrîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de