15:19 22 Sibat 2018
Zindî
    Vladimir Putin-Serj Sarkisyan

    Rûsya û Ermenistanê Peymana Hêza Hevpar îmze kir

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û hemkarê wî yê Ermenî Vigen Sarkisyan di navbera her du welatan de peymana koma hêza hevpar îmze kir.

    Wezîrên her du welatan li gorî biryara Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a ku di 14ê Mijdarê de ji bo pêkanîna koma hêza hevpar a di navbera Rûsya û Ermenistanê de dabû, Peymana Hêza Hevpar îmze kir.

    Bi koma hêza hevpar a ku di çarçoveya peymanê de bicihanîna peywirên wekî parastina hevpar, pêkanîna ewlehiyê û parastina sînor tê plan kirin.

    Wezîrê Parastinê yê Ermenistanê Sarkisyan di daxuyaniyeke xwe ya berê de gotibû ev peyman wê derfetê bide ku Rûsya di dema êrîşekê de wê karibe baregeha leşkerî ya li bajarê Gumru yê Ermenîstanê bikar bîne.

    Etîketan:
    Peymana Hêza Hevpar, îmzekirin, Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê, Serokdewletê Rûsyayê, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, Vigen Sarkisyan, Sergey Şoygu, Vladîmîr Pûtîn, Gumru, Ermenîstan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de