10:12 22 Sibat 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: "Di tekoşîna dijterorê de alternatîfa cepheya hevpar tuneye"

    © Sputnik/ Aleksey Drujinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku di tekoşîna dijî terorîzmê ji xeyrî cepheya berfireh a havper pê ve tu alternatîf tuneye.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Moskovayê di merasîma bîranîna Serokwezîrê Rûsyayê yê berê Yevgeniy Prîmakov ku di Foruma Gotinên Prîmakov a Navneteweyî rewşa Rojhilata Navîn nirxand û got: "Mixabin Rojhilata Navîn bi xwînê sor bû û hate halekî ku bû hêlina terorîst û cihadîstan."

    Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo normalîbûna Rojhilata Navîn yek çareyek heye ku ew jî divê hemû aktorên bi bandor ên navneteweyî hevkariyeke xurt bikin. Di vê çarçoveyê de wekî ku me berê jÎ pêşniyar kiribû divê cepheya hevpar a bi tevlîbûneke berfireh înîsiyatîfek têkeve heyatê. Mixabin heta niha cepheye wiha nehatiye avakirin, lê tu alternatîfa vê tuneye."

    Serokê rûsî sala borî di axaftina xwe ya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bangî civaka navnetweyî kiribû ku di binê banê NY û li gorî hiqûqa navneteweyî bila cepheyeke hevpar were avakirin.

    Ji aliyê din ve rêvebiriya Moskovayê her çiqas ev bang dubar kiribe jî lê ev cepheye hevpar nehat avakirin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn Wezîrê Ekonomî yê nû tayîn kir
    Uşakov: "Axaftina Pûtîn û Erdogan a bi telefonê ne diyar e"
    Peskov: Daxuyaniya Erdogan ji bo Esad di axiftina Pûtîn û Erdogan de nehat rojevê
    Wezîrê Îsraîlê: Ji Pûtîn fêr bibin bê çawa ji heq Erdogan derdikeve
    Haya Pûtîn ji planên Ûkraynayê heye
    Etîketan:
    Banga avakirina cepheyê hevpar, Neteweyên Yekbûyî (NY), Serokê Dewleta Rûsyayê, Yevgeniy Prîmakov, Vladimîr Pûtîn, Moksova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de