00:50 24 Hezîran 2018
Sergey Rudskoy

Rudskoy: Zêdetirî 600 milîtan ji rojhilatê Helebê veqetiyan

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Rayedarê Serfermandariya Rûsyayê Korgeneral Sergey Rudskoy anî ziman ku zêdetirî 600 milîtan ji rojhilatê Helebê veqetiyane û piraniya wan hatine efû kirin.

Rudskoy di derbarê geşedanên li Sûriyeyê de civîneke çapameniyê lidarxist û diyar kir ku di rojên dawîn de 647 milîtan ji rojhilatê Helebê veqetiyane û da zanîn ku 630 kesên ji wan hatine efû kirin û serbest hatine berdan, kontrolên di derbarê 17 milîtanan de jî berdewam dikin.

‘DI 3 ROJAN DE 16 TAX HATIN RIZGARKIRIN'

Rudskoy got artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya hêzên milîs di 3 rojan de 16 tax ji terorîstan rizgar kirin. Korgeneralê Rûsî ragihand ku di encama vê de taxên ku zêdetirî 90 hezar kes lê dijîn, ketin bin kontrola artêşê.

Rudskoy anî ziman ku li Helebê bi saya operasyona serkeftî ya artêşa Sûriyeyê zêdetirî 18 hezar sivîl jî ji herêmên di bin kontrola terorîstan de veqetiyane.

‘ZÊDETIRÎ HEZAR XWECIHÎ BEŞDARÎ AGIRBESTÊ BÛ'

Rayedarê Rûsî dest nîşan kir ku zêdetirî hezar xwecihî beşdarê agirbestê bûne û derbirî ku zêdetirî 100 hezar sivîl vegeriyane van deran.

‘EV 44 ROJ IN BALAFIRÊN RÛSÎ LI HELEBÊ NAFIRIN'

Rayedarê Serfermandariya Rûsyayê da zanîn ku balafirên şer ên Rûsî ji 18ê cotmehê û vir ve li asîmanê Helebê nefiriyane û ev tişt gotin: "Ev bû 44 roj ku balafir nafirin. Jetên Rûsî di vê pêvajoyê de zêdetirî 10 kîlomitroyan nêzîkê Helebê nebûne."

‘PISPORÊN RÛSÎ WÊ HELEBÊ JI TEQEMENIYAN PAQIJ BIKIN'

Ji aliyê din ve Rudskoy diyar kir ku Rûsyayê ji bo Helebê tîma paqijkirinê ya mayînan şandiye û ragihand ku pispor wê Helebê ji teqemeniyan paqij bikin.
Rudskoy li gotinên xwe zêde kir û got pisporên girêdayî Wezareta Parastin a Rûsyayê wê herêmên ku xaza xerdelê tê hilberîn, kontrol bikin.

 

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: Daxuyaniya Amerîkayê ya ser Helebê propagandayeke bêarî ye
Rûsya wê li Helebê nexweşxaneyên gerok ava bike
Îran: Rûsya dikare di rewşên pêwîst de Baregeha Hemedanê bikar bîne
Rûsya: Tenê em alîkariyên mirovî digihînin Helebê
Etîketan:
veqetîn, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Serfermandariya Rûsyayê, Sergey Rudskoy, Heleb, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de