15:50 24 Hezîran 2018
Yuriy Uşakov

Uşakov: "Axaftina Pûtîn û Erdogan a bi telefonê ne diyar e"

© Sputnik / Ramil Sitdikov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku ne diyare wê kengî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê biaxivin.

Mihail Bogdanov
© Sputnik / Владимир Трефилов
Hat ragihandin ku ne diyare wê kengî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê biaxivin.

Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn Yuriy Uşakov li hemberî pirsa gelo Pûtîn û Erdogan di demeke nêz de plana axaftinekê dikin an na? bersivan û got: "Niha ez nikarim tiştekî bibêjim."

Ev daxuyaniya Yuriy Uşakov, piştî ragihandina Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ku gotibû " ji bo daxuyaniya Erdogan a ku duhî got ‘ji bo em dawiyê li hikûmraniya Esad bînin ketin Sûriyeyê' ji bo van daxuyaniyan em li benda ravekirinekê ne.

Berdevkê Kremlînê di berdewamiya axaftina xwe de gotibû: "Ev daxuyaniya Erdogan a di derheqê Esad de di axaftina Erdogan û Pûtîn a bi telefonê de nehatiye rojevê."

Bi heman mijarî:

Uşakov: "Pûtîn û Trump krîza Sûriyeyê axivîn lê..."
Uşakov: Erdogan dil heye ku têkiliyên xwe yên li gel Rûsyayê zindî bike
Kremlîn: "Îsal di plana Erdogan de serdana Rûsyayê tuneye"
Kremlîn: "Dibe Pûtîn û Obama li Peruyê hevdîtinekê pêk bînin"
Kremlîn: "Me pêwendî bi ekîba Trump re çênekiriye"
Etîketan:
Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Vladimîr Pûtîn, Yuriy Uşakov, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de