14:01 22 Hezîran 2018
Ji Rûsyayê bo Sûriyeyê alîkariya însanî

Rûsyayê ji bo Sûriyeyê nexweşxaneya gerok û kelûpelên tibî şand

© Sputnik / Ilya Pitalev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Berevaniya Rûsyayê aşkere kir ku balafirên amûrên tibî û nexweşxaneya gerok barkirî şandine Sûriyeyê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku alîkariyê Rûsyayê armanca alîkariya niştecihên Helebê dike û wiha hat gotin: "Doktorên leşkerî yên rûs piştî bigihêjin Sûriyê wê alîkariya tibî pêşkêşî penaber û sivîlên li herêma Helebê bikin."

Li gorî Wezareta Berevaniya Rûsyayê, di nexweşxaneyên gerok de wê istasyonên ambulans, odeyên dîmengirtinê, yekîneya anesteziyê û yekîneya laboratuarê hebin. Ligel yekîneya rewşa giran û cerrahiyê wê yekîneya trawma ya zarokan jî kar bike.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov duh di daxuyaniya xwe de got: "Ji bo alîkariya tibî bidin niştecihên taxên Helebê û taxên nêzîkî wê Pûtîn fermana şandina nexweşxaneyen gerrok dabû Wezareta Berevaniyê û Wezareta Rewşa Lezgîn."

Bi heman mijarî:

Rûsya: Daxuyaniya Amerîkayê ya ser Helebê propagandayeke bêarî ye
MSDê ji Rûsyayê û NYyê xwest ku alîkariyê bidin koçberên Helebê
"Tirkiye sedema têkçûna dijberan li Helebê ye"
Konaşenkov: Artêşa Sûriyeyê di rewşa li Helebê de guhertineke cidî pêk anî
Leşkerên li Helebê diyarkirin ku wan şer li dû xwe hiştine
Etîketan:
nexweşxaneya gerok, Wezareta berevaniya Rûsyayê, Kremlîn, Wezareta Berevaniyê û Wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsyayê, Vladimir Pûtîn, Dmitriy Peskov, Rûsya, Sûriye, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de