03:19 20 Hezîran 2018
Viktor Ozerov

"Erdoganê derbarê Esad de diaxive, hewldana derbeyê ji bîr dike"

© Sputnik / Yevgeniy Biyatov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Konseya Federasyona Rûsyayê Viktor Ozerov diyar kir ku "gotinên dilînî" ji bo Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad dê bandorê li rewşa Sûriyeyê û têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê neke û got ku Erdogan hewldana derbeya leşkerî ji bîr kiriye.

Piştî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duh got ku armanca Operasyona Mertala Firatê, "ruxandina serweriya Esad" e, Ozerov ji RIA Novostiyê re derbarê daxuyaniya Erdogan de axivî û got: "Ez wiha difikirin ku heta asteke bilind ev daxuyaniyeke dilînî ye û bêtir ji bo polîtîkaya navxweyî ye. Jixwe cihê axiftin lê çêbûye jî vî tiştî piştrast dike. Ez bawer nakim ku daxuyaniya Erdogan dê bandoreke cidî li armancên Artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê û yên Hêzên Ezmanî-Hewayî yên Rûsyayê û herwiha li têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê jî neke."

"ERDOGAN NAXWAZE TÊKILIYÊN XWE BI RÛSYAYÊ RE XERA BIKE"

Ozerov got ku "Erdoganê behsa ruxandina Esad dike, hewldana derbeya leşkerî ji bîr dike û teqez kir ku Erdogan naxwaze bi gelê Sûriyeyê re şer bike û têkiliyên xwe bi Rûsyayê re 180 pileyî bizîvirîne.

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: Daxuyaniya Amerîkayê ya ser Helebê propagandayeke bêarî ye
Peskov: Daxuyaniya Erdogan ji bo Esad di axiftina Pûtîn û Erdogan de nehat rojevê
Puşkov: Armanca Erdogan a rûxandina Esad ne mimkun e
Trump: Ger em êrîşê Esad bikin, em ê xwe di nava şerê Rûsyayê de bibînin
Şêwirmendê Hafiz Esad: Sûriyeyê sozên Trump bi kêfxweşî pêşwazîkirin
Esad: Rûsya naxwaze min bike 'serokê peylestok'
Etîketan:
Viktor Ozerov, Beşar Esad, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de