00:56 24 Hezîran 2018
Anna Chapman

‘Ajana Sor' Chapman: Ne diyar e ku dê Erdogan çi bike

© Sputnik/ Grigoriy Sisoyev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Anna Chapman a ku wekî ‘Ajana Sor' tê naskirin diyar dike ku kenê wê bi daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan yên derbarê Sûriyeyê de tê û dibêje: ‘Ne diyar e ku wê çi bike.'

Navenda nûçeyan - Erdogan duh derbarê operasyona Mertala Firatê de daxuyaniyek da û derbarê armanca operasyonê de wiha axivî: ‘Em bi armanca ku dawiyê li desthilatdariya Esadê zalim yê ku terora dewletê pêk tîne bînin ketin Sûriyeyê, ti armancek me yî din nîne.'
Li ser vê yekê ajana rûs ya wekî ‘Ajana Sor' tê naskirin Anna Chapman, derbarê axaftina Erdogan li ser malpera xwe ya Instagramê de nirxandinek kir.
Chapman got: ‘Erdogan, dibêje ku artêşa tirk bo Beşar Esad têk bibe û dawî li desthilatdariya wî bîne kete axa Sûriyeyê. Tişta komik ev e ku: Erdogan çend roj berê behsa dostaniya gelê rûs û tirk kir û got divê rejîma wîzeyan bi temamî ji holê bê rakirin. Lê di vê navberê de artêşa tirk ji başûr û artêşa Sûriyeyê jî ji bakur ber bi hev ve diçin û niha tenê bi qasî 5 kîlometre dûrî hevdu ne. Ne diyar e ku wê Erdogan çi bike.'

 

 

Hêjayî gotinêye ku Chapman a ku li ser navê Rûsyayê ajanî dikir, li bajarê New York a Amerîkayê hate girtin û hate dersînorkirin.

Bi heman mijarî:

Peskov: Daxuyaniya Erdogan ji bo Esad di axiftina Pûtîn û Erdogan de nehat rojevê
Nirxandinên Erdogan ên derbarê Esad de wê di serdana Lavrov a Tirkiyê de were rojevê
Izvestiya: Moskova xwe amade dike ku bersivê bide Erdogan
Takan: " Erdogan dibêje ‘Xwezî min Binali Yildirim nekirina serokwezîr' poşman bûye"
Wezîrê Îsraîlê: Ji Pûtîn fêr bibin bê çawa ji heq Erdogan derdikeve
Etîketan:
ajana sor, desthilatdarî, erdogan, anna chapman, tayîp erdogan, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de