20:56 21 Hezîran 2018
Leşkerên sûriyeyî

Rûsya: "5 hezar û 600 sivîl ji herêmên dorpêçkirî veqetiyan"

© REUTERS / SANA
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku bi piştgiriya navenda şopandina agirbest a Rûsyayê 5 hezar û 629 sivîl ji herêma dorpêçkirî ya Helebê veqetiyan.

Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov di civîna xwe ya çapemenî de ragihand ku bi piştgiriya navenda şopandina agirbest a Rûsyayê li Sûriyeyê di nava 24 seetên dawî de 2 hezar û 855 jê zarok bi tevahî 5 hezar û 629 sivîl ji herêma dorpêçkirî ya Helebê veqetiyan.

AMERÎKA Û NY ALÎKARIYA ÎNSANÎ NEGIHANDIN 90 HEZAR HELEBIYAN

Îgor Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heta niha Amerîka, Brîtanya, Fransa û Neteweyên Yekbûyî di van 2 rojên dawî de tu alîkariyeke însanî negihandin 90 hezar helebî."

Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Berê dema ku rojhilatê Helebê di destê milîtanan de bû Şêwirmendê Staffan De Mistura Jan Egeland, Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya û saziyên din îsrara gihandina alîkariya însanî dikirin, le niha hemû xwe bêdeng dikin. Li Helebê di nava 2 rojan de 90 hezar însan ji milîtanan hatin rizgarkirin û van ji bo alîkariyê tu pêşniyarek nekirin."

Berdevkê wezareta rûsî di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo gihandina alîkariya însanî ya herêmên ku ji milîtanan hatine paqijkirin hemû şert û mercên ewlehî hatine sazkirin."

Bi heman mijarî:

Konaşenkov: Artêşa Sûriyeyê di rewşa li Helebê de guhertineke cidî pêk anî
Konaşenkov: "Terorîst, li Helebê milîtanên ku dixwazin teslîm bibin dikuje"
Konaşenkov mercê xwe ji bo navbira mirovî eşkere kir
Konaşenkov: Em ê encamên analîzên bermayiyên çekên kîmyewî ji RQÇKê re bişînin
Konaşenkov, şertê vegera bêhnvedana însanî eşkere kir
Etîketan:
Rewşa Helebê ya penaberan, Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Heleb, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de