18:08 24 Hezîran 2018
Vladimir Putin

Putin: Em û Trump ji bo sererastkirina têkiliyan wek hev difikirin

© Sputnik / Рамиль Ситдиков
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku ew û Donald Trump ê weke serokê DYAyê hatiye hilbijartin di sererastkirina têkiliyên Moskova û Washingtonê de gihiştine nêrîna hevbeş.

Putin li Moskovayê di ‘Forûma Xwendinên Prîmakov a Navdewletî' a ji bo bîranîna serokwezîrên berê yê Rûsyayê Yevgeniy Prîmakov tê lidarxistin de axivî. Pûtîn got ku piştî hilbijartinan di hevdîtina bi rêya telefonê ya ligel Trump de wan nêrîna hevbeş a mijara sererastkirina têkiliyên Rûsya û DYAyê anîne ziman.

Pûtîn wiha berdewam kir: "Ez dixwazim wisa bawer bikim ku piştî rêveberiya DYAyê ya nû hate ser wezîfeyê fersenda sererastkirina têkiliyan ava bibe. Ev têkilî, ne tenê ji bo gelên her du welatan, herwiha ji bo têkûzkirina aramiya navdewletî û ewlekariyê jî girîng in. Ji ber vî tiştî Moskova amade ye tiştên dikeve ser milê wê bike."

Bi heman mijarî:

Peskov: Daxuyaniya Erdogan ji bo Esad di axiftina Pûtîn û Erdogan de nehat rojevê
Wezîrê Îsraîlê: Ji Pûtîn fêr bibin bê çawa ji heq Erdogan derdikeve
Haya Pûtîn ji planên Ûkraynayê heye
Kurtulmuş ji bo leşkerên li Sûriyeyê hatibûn kuştin daxuyanî da: Pûtîn piştrast kir
Pûtîn: Dema pêbaweriya Rûsyayê hat
Etîketan:
Partiya Komarparêz a DYAyê, Forûma Xwendinên Prîmakov a Navdewletî, Yevgeniy Prîmakov, Donald Trump, Vladîmîr Pûtin, Rûsya, Washington, DYA, Moskova
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de