03:13 24 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Lavrov û Mevlut Çavuşoglu

    Nirxandinên Erdogan ên derbarê Esad de wê di serdana Lavrov a Tirkiyê de were rojevê

    © Sputnik/ Eduard Pesov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Bogdanov aşkere kir ku wê Lavrov di serdana xwe ya Tirkiyê de gotinên Erdogan bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê re biaxive ku Erdogan gotibû, ‘Em ji bo dawiyê li desthilatdariya (Serokdewletê Sûriyê Beşar) Esad bînin ketine Sûriyê'.

    Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov, li ser pirsekê ku digot ‘wê gotinên Serokomerê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên derbarê Sûriyê de, di serdana Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de were rojevê?' got: "Ev, ji bo derxistina his û niyetan wê bibe mijareke baş."

    Lavrov ji bo li navçeya Alanyayê Antalyayê sibê bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinê bike wê îro biçe Tirkiyê.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Îsraîlê: Ji Pûtîn fêr bibin bê çawa ji heq Erdogan derdikeve
    Izvestiya: Moskova xwe amade dike ku bersivê bide Erdogan
    Erdogan got ku Artêşa tirk ji bo ‘dawiyê li desthilatdariya Esad bîne' ketiye Sûriyê
    Etîketan:
    Recep Tayyip Erdogan, Mihail Bogdanov, Sergey Lavrov, Mevlut Çavuşoglu, Sûriye, Alanya, Antalya, Rûsya, Tirkiye, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de