10:46 22 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Karên Derve yên Rûsî ji bo serdana Lavrov a Tirkiyeyê daxuyanî da

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku di 1ê Kanûnê de di serdana Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov a ji bo Tirkiyeyê de mijara têkoşîna dijterorê û li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî çareserkirina qeyrana siyasî ya li Sûriyeyê wê were axaftin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji bo serdana Lavrov a civîna 5emîn Koma Plansazî ya Stratejîka Hevpar a Rûs-Tirk, ku wê li Alanyayê bi beşdarbûna Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu were lidarxistin daxuyanî da û got, "Wezîr wê di dema civînê de pirsgirêkênndi nevbera her du welatan de, pirsgirêkên herêmî û navneteweyî nîqaş bikin. Di derbarê pirsgirêka Rojhilat Navîn, rewşa Efrîqaya Bakur û pirsgirêka Qibrisê de jî wê biaxivin."

‘DI NAVENDA CİVÎNÊ DE WÊ SÛRIYE HEBE'

Di daxuyaniya wiha hat berdewam kirin, "Di navenda civînê de wê di serî de li Sûriyeyê, hevkariya têkoşîn a dijterorê û li ser bingeha prensîbên hiqûqa navneteweyî destpêkirina diyaloga neteweyî î çareseriyeke pêkanîna pêvajya siyasî hebe." Hat diyar kirin ku Lavrov û Çavuşoglu wê di derbarê rewşa Trans Qafqasyayê, Asyay Navîn û Ûkraynayê de jî nirxandinê bikin.

‘BERGIRIYÊN TAYBET ÊN ABORÎ YÊN RÛSYAYÊ Û HEVKARIYA ENERJIYÊ JÎ WÊ WERE ROJEVÊ'

Ji aliyê din ve li gorî Karên Derve yên Rûsyayê Lavrov û Çavuşoglu wê rakirin an jî nermkirina bergiriyên taybet ên aborî yên ku Moskovayê li hemberî berhemên Tirkiyeyê girtine jî were axaftin. Rewşa hevkariya enerjiyê ya ku ji bo têkiliyên dualî mijara sereke ye, wê di civînê de cihekî taybet bigire.

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: Amadehiyên serdana Lavrov ya ji bo Alanyayê tên kirin
Lavrov: Em amade ne ku nimûneyên çekên kimyewî yên li Helebê bişînin Laheyê
Lavrov: Revandina leşkerên me li Kirimê provokasyon e
Etîketan:
civîn, serdan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Mevlut Çavuşoglu, Sergey Lavrov, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de