11:22 23 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdoğan

Izvestiya: Moskova xwe amade dike ku bersivê bide Erdogan

© Sputnik / Sergey Guneev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnameya Izvestiyayê nivisî ku Moskova hewl dide ku bersivê bide daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ya ku ji bo Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad gotibû armanca operasyona Mertalê Firatê ‘bidawîkirina hikumdariya Esad e'.

Çavkaniyekî ji derdora politikaya derve ya Rûsî agahî dan Izvestiyayê û diyar kir ku Moskova ji bo ku karibe bersiveke fermî bide daxuyaniya Erdogan a ‘em ji bo ku dawiyê li hikumdariya Esad bînin ketin Sûriyeyê' divê ev daxuyanî were piştrast kirin.

Çavkanî got, "Ger ku ev rast be û Tirkiye li ser axa welatekî din ji bo têkoşîna dijterorê operasyonan lidarnexîne wê gavê tê wê wateyê ku ew alîkariyê nade çareserkirina qeyrana Sûriyeyê." Çavkanî berdewam kir û got, "Ji bo qedera Sûriyeyê û serokê wê ne hêzên derve, tenê gele Sûriyeyê dikare biryarê bide. Hemû hewldan divê tenê ji bo têkoş3ina dijterorê werin dayîn."

Çavkanî diyar kir ku Moskova niha li ser bersivdayîna Erdogan dixebite.

KOSAÇEV: TIRKIYE DIXWAZE LI HERÊMÊ BIBE YEKANE SEROK

Serokê komîteya têkiliyên navneteweyî yê Konseya Federasyonê ya Parlamentoya Rûsyayê Konstantin Kosaçev jî di axaftina xwe ya li gel Izvestiyayê de bertekek tund da daxuyaniya Erdogan a ji bo Mertalê Firatê.

Kosaçev got, "daxuyaniyên Erdogan careke din nîşan da ku Tirkiye li Sûriyeyê dide şopa armancên xwe, ku ev armanc ne li gorî dijderketina hêzên terorê yên navneteweyî ne." Kosaçev ev tişt gotin: "Tiştên diqewime didin nîşan ku Tirkiye dixwaze li herêmê bibe yekane serok û pirsgirêka Kurd çareser bike. Li gorî wan Esad li ber van her du armancan jî asteng e. Her hewldana ji bo lawazkirina desthikatiya li Sûriyeyê tê hesabê aliyên ku dixwazin vî welatî hîn zêde bêîstiqrar bike. Wek li Iraq û Lîbyayê bû. Encamên vê jî ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn û divê Enqere jî vê yekê bigire ber çavan."

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li Stenbolê di Sempozyûma Platforma Qudsê ya Navparlamentoyan de axivîbû û ji bo deswerdana Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê gotibû, "Em ji bo dawiyê li hikumdariya Esedê (Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad) zalim bînin ketin Sûriyeyê, ne ji bo tiştekî din."

Bi heman mijarî:

Wezîrê Îsraîlê: Ji Pûtîn fêr bibin bê çawa ji heq Erdogan derdikeve
Puşkov: Armanca Erdogan a rûxandina Esad ne mimkun e
Erdogan got ku Artêşa tirk ji bo ‘dawiyê li desthilatdariya Esad bîne' ketiye Sûriyê
Wezîrê Îtalî bo Erdogan: Vekirina deriyan girtina HDPyîyan meşrû nake
Kremlîn: "Îsal di plana Erdogan de serdana Rûsyayê tuneye"
Etîketan:
amadehî, bersivdayîn, Rojnameya Izvestiyayê, Serokê komîteya têkiliyên navneteweyî yê Konseya Federasyonê ya Parlamentoya Rûsyayê, Serokdewletê Sûriyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Beşar Esad, Konstantin Kosaçev, Recep Tayîp Erdogan, Tirkiye, Sûriye, Rûsya, Moskova
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de