05:00 20 Sibat 2018
Zindî
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova: “Li ser peymanê îmzeya Enqereyê heye”

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova dest bi civîna çapemenî ya heftane kir. Zaxarova, li ser peymanê îmzeya Enqereyê heye.

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di destpêka civîna çapemenî de rewşa Sûriyeyê nirxand û ragihand ku Rûsya ji bo alîkariya sivîlên bike li Helebê gelek bêhnvedanên însanî îlan kirin, lê milîtanan ev navberdayîna êrişên hewayî ji bo peydekirina cebilxane û kombûnê bikar anîn.
    Mariya Zaxarova di axaftina xwe de got: "Gihandina alîkariya însanî ya ji bo sivîlên Helebê tê polîtîzekirin, lewma alîkariya ku tê şandin hemû diçe herêmên ku di bin kontrola mûxalifan de ne.
    Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de peyvên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû ‘em ji bo ku dawiyê li hikûmraniya Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bînin ketin Sûriyeyê' nirxand û got: "Li gorî peymana Grûba Piştgîr a Sûriyeyê ya Navneteweyî ku dibêje li Sûriyeyê çareseriya leşkerî tuneye îmzeya Enqereyê jî heye."

    JI NOBELÊ ZÊDETIR LI GORÎ OSCARÊ NE

    Berdevka wezareta rûsî di dirêjiya axaftina xwe de grûba parastin a sivîl ku li Sûriyeyê fealiyeta dimeşîne û xwe wekî ‘Baretvanên Spî' binav dikin ji bo vîdyoya wan a bi navê mannequin challenge rexne kir û got: "Digel ku Baretvanên Spî wekî namzedê Xelata Aştî ya Nobelê hatine nişandan jî bo vîdyoya grûbê ku kişandiyê ya baş ku bibûna namzedê Oscarê belkî rastir bûna."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: ‘Dê sepandinên Kanadayê bê bersiv nemînin'
    Zaxarova: "Biryara PEyê ya li dijî RT û Spûtnîke têkeve pratîkê emê bersiv bidin
    Zaxarova rojbûna Patrik Kirill pîroz kir
    Zaxarova yek ji 100 jinên herî bibandor e
    Zaxarova: "Hûn dixwazin rojnamevanên we jî li vir rastî heman mûameleyê werin?"
    Etîketan:
    Civîna çapemenî ya heftane, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de