14:53 21 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Dîmenên yekemîn ên hevdîtina Pûtîn: Erê, peywirdarekî kadrodar ê istixbaratê me

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Dîmenên hevdîtina yekem ên sala 1991ê yên Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn derketin holê.

    Derhêner û rojnamevan Igor Şadhan diyar dike ku bi awayekî tesadufî hevdîtina bi Serokê Daîreya Têkiliyên Derve yên Şaredariya St. Petersburgê Valdîmîr Pûtîn re pêk aniye. Rojnamevan ji Pûtîn dipirse bê çend salî ye û çend zarokên wî hene. Pûtîn wiha dibêje: "39 salî me. Erê, zewicî me û 2 zarokên min hene."

    "CARA YEKEM E, KARMENDEKE DIBÊJE KU PEYWIRDAREKÎ KADRODAR Ê ISTIXBARATÊ YE"

    Li gorî nûçeyê, rojnamevan naxwaze hevdîtinê biweşîne lê piştî hevdîtina wî bi Pûtîn re, fikira xwe diguherîne. Li gorî gotinên rojnamevanî, di dîroka televzyongeriya YKSSyê, ew cara yekem e ku karmendekî peywirdarekî kadrodar ê istixbaratê ye.

    Dûre Şadhan di belgefilmî de ji bo Pûtîn bişibîne ajanê sovyetê yê di rêzefilmê "hevde kêlîkên biharê" de, ji Pûtîn dixwaze tirimbêlê biajo.

    Herwiha di nûçeyê de tê ragihandin ku di wê demê de kêşeya xwarinê li bajarê St.Petersburgê hebû û Pûtîn ew kêşe çareser kiriye.

    Ji aliyê din ve, Şadhan diyar dike ku wê demê, ti kesî texmîn nedikir ku Pûtîn dê bibe serokê dewletê û wiha pê de diçe: "Mamoste serê xwe bilind dikin ku şagirtên wan dibin akademsiyen û profesor. Ha yek ji lehengên min bû serokê dewletê."

    Şadhan di sala 2014an de jiyana xwe ji dest dabû û Pûtîn sersaxî ji malbata wî re xwestibû.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Pûtîn pêwediya telefonê kir
    Dîroka civîna çapemenîyê ya Pûtîn eşkere bû
    Pûtîn: Ez dixwazim bi Sekreterê nû yê NY re diyaloga erênî deynim
    Netanyahu ji Pûtîn alîkarî xwest
    Pûtîn ‘qanûna dopîngê' erê kir
    Pûtîn: Ez dixwazim bipirsim bê demokrasî çi ye
    Pûtîn: "Min spasiya Obama kir û ew vexwende Rûsyayê"
    Pûtîn û Obama li ser lingan axivîn
    Etîketan:
    istixbarat, Vladîmîr Pûtin, Igor Şadhan, YKSS, St.Petersburg, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de