14:55 21 Tebax 2017
Zindî
    nükleer denizaltı

    'Hêzên nukleer ên deryaya Rûsî ji bo peywirê amade ne'

    © Sputnik/ Ildus Gilyazutdinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Fermandar Nikolay Yevmenov encamên tetbîqat û xebatên rojane yên Hêzên Deryayî yên Rûsyayê yên di sala 2016a de nirxand û diyar kir ku hêzên nukleerên stratejîk ên di nava hêzên deryayê de îsal careke din îspat kir ku amade ye peywirên xwe bicih bînin.

    Çekên Rûsyayê - topavêj - moşek
    © Sputnik/ Ildus Gilyazutdinov
    Yevmenov got, "hêzên nukleerên stratejîk ên di nava hêzên deryayê de ne û Fîloya Bakur pêk tîne, îsal careke din îspat kir ku amade ye peywirên xwe bicih bînin." Yevmenov anî ziman ku, "muretebatên binderyayê yên nukleerî yên Yuriy Dolgorukiy, Novomoskovsk ve Bryanskê di sala 2016a de 3 caran ceribandina moşekên balîstîk ên navparzeminî pêk anîn."

    Yevmenov lê zêde kir û got binderyayên nukleerî îsal cemserên Bakurê Behra Bûzê jî di nav de ketin riyên herêmên nû.

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de