22:16 17 Tebax 2017
Zindî
    Fidel Castro

    Medvedev: Rûsya û Kuba bi saya Fidel Castro dost in

    © REUTERS/ Stringer
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev diyar kir ku têkiliya dostane ya di navbera Rûsya û Kubayê de bi saya tevkariya şexsî ya Fidel Castro hatiye avakirin û destnîşan kir ku ‘bi çûna şoreşgerê mezin re ji dîrokê demek jî çû'.

    Medvedev got ku Fidel Castro jiyaneke mezin, bibûyer û tijî pirsgirêk jiya ye û ew ne tenê weke siyasetvanek û rêvebirek, destpêkê weke mirovek û serokekî gelekî bi şewq nîşan da û got: "Têkiliyên hevalbendî û dostanî yên di navbera welatê me û Kubayê de bi saya tevkariya wî ya şexsî hate avakirin."

    Serokwezîrê Rûsyayê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanî da û wiha diyar kir: "Bi wî re herî dawî di tebaxa derbasbûyî de, roja pîrozbahiya 90emîn salvegera jidayikbûna Fidel Castro de bi rêya telefonê axivîm. Bi awayekî gelekî zindî bi bûyerên li Rûsyayê û cîhanê re eleqedar bû. Heta dema dawî jî jîrbûna xwe parast û di serê xwe de zanyariyên bêhejmar girt."

    Medvedev destnîşan kir ku bi Fidel Castro re ji dîrokê demek çûye û wiha berdewam kir: "Ez ê hevdîtinên bi vî zilamê bêhempa re her gav bibîr bînim. Ez sersaxiyê ji malbata Fidel Castro re, ji xizmên wî re û ji hemû gelê Kubayê re dixwazim."

    Bi heman mijarî:

    Gorbaçov: Li hemberî astengkirinên herî tund ên DYAê li ber xwe da
    Puşkov: Dinya dê Castro ji bîr neke
    Fidel Castro kiye?
    Serokê şoreşa Kubayê Fidel Castro çû ser dilovaniya xwe
    Etîketan:
    Fidel Castro, Dmitriy Medvedev, Kuba, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de