18:38 17 Tebax 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Putin: Castro sembola dîroka modern bû

    © REUTERS/ PRAKASH SINGH
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin bi sedema mirina serokê şoreşa Kubayê Fidel Castro sersaxî ji gel û hikûmeta Kubayê xwest.

    Li gorî daxuyaniya ji Kremlînê hatiye kirin, Putin ji Serokdewletê Kubayê Raul Castro re name şand û got: "Ji ber mirina serokê şoreşa Kubayê û birayê we Fidel Castro em sersaxiyê ji we û ji hemû gelê Kubayê re dixwazin. Navê vî serokê dewletê mezin bi awayekî mafdar, di dîroka cîhana modern de weke sembola demekê tê dîtin." Putîn wiha berdewam kir: "Kuba ya serbixwe û azad ku Wî (Fidel Castro) û hevalên wî yên dozê avakirin, bû endameke bibandor a civaka navdewletî û ji bo gelek welat û gelan bû çavkaniyeke baş."

    ‘DOSTÊ PÊBAWER Û JIDIL Ê RÛSYAYÊ
    Putin tevkariya Fidel Castro ya di pêşxistina têkilî û hevkariya Rûsya û Kubayê bibîr xist û ji bo serokê şoreşa Kubayê diyar kir û ew weke ‘dostê pêbawer û jidil' binavkir û wiha berdewam kir: "Ev zilamê xurt û zana her gav bi çavên bawer li dahatûyê dinêrî. Ew (Fidel Castro) siyasetmedarê ku ji dil baweriya wî bi mafdariya karê jiyana xwe li ser kir dihat, nûnertiya îdealên welatparêzî û hemwelatiyê dikir. Bîranîna wî, wê heta hetayê di dilê welatiyên rûs de bijî."
    Putin ji bo malbata Castro li hemberî vê windahiya ku ciyê wê nayê dagirtin wêrekî û metanet xwest.

    Bi heman mijarî:

    Gorbaçov: Li hemberî astengkirinên herî tund ên DYAê li ber xwe da
    Puşkov: Dinya dê Castro ji bîr neke
    Fidel Castro kiye?
    Etîketan:
    Kremlîn, Fidel Castro, Vladimir Putin, Kuba, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de