16:38 23 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Şoreşa Kubayê Fidel Castro (1976)

    Gorbaçov: Li hemberî astengkirinên herî tund ên DYAê li ber xwe da

    © REUTERS/ Prensa Latina/File Photo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Serokê dawî yê Yekîtiya Sovyetan Mixail Gorbaçov ji bo Fidel Castro got: "Li hemberî astengkirina herî tund a DYAyê li ber xwe da û welatê xwe xurt kir."

    Fidel Castro (1976)
    © REUTERS/ Prensa Latina
    Serokê dawî yê Yekîtiya Sovyetan Mixail Gorbaçov piştî mirina Castro peyamek weşand.

    Gorbaçov ji çapemeniya rûsî re axivî û got: "Li hemberî astengkirina herî tund a DYAyê li ber xwe da û welatê xwe xurt kir. Herçiqas ku li ser wî fişareke gelekî mezin hebû wî welatê xwe bi serkevtî ji vê astenkirinê derxist û ew xist rêya pêşdeçûna serbixwe."

    ‘JI BER KU DEMA FIDEL BIDAWÎ BÛ EZ XEMGÎN IM'

    Gorbaçov diyar kir ku wî derbarê Castro de fikreke baş pêş xistiye û wiha berdewam kir: "Heta dawiyê em dost man. Di sedsala 20an de Fidel Castro ji bo sîstema mêtinger ji holê rake û têkiliya hevkariyê pêş bixe her tişt kir."

    Gorbaçov got: "Ji ber ku dema Fidel bidawî bû ez xemgîn im. Siyasetmedarekî gelekî baş bû û weke kesayeteke mezin û dostekî me wê di bîra me de bijî."

    Bi heman mijarî:

    Fidel Castro kiye?
    Serokê şoreşa Kubayê Fidel Castro çû ser dilovaniya xwe
    Fidel Castro û Hesen Rûhanî li Havanayê hatin cem hev
    Rojbûna Fidel Castro bi şahiyên cur be cur hate pîrozkirin
    Pûtîn, ji bo 90 saliya Fidel Castro peyameke pîrozbahiyê şand
    Etîketan:
    Yekîtiya Sovyetan, Fidel Castro, Mixail Gorbaçov, Rûsya, DYA, Kuba
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de