12:26 19 Tebax 2017
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Rûsya: Di dema navbira mirovî ya Helebê de, du leşkerên me birîndar bûn

    © Foto: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konaşenkov ragihand ku wan bi çend caran navbira mirovî li Helebê sepandiye lê her carê ji ber ku nûnerên Neteweyên Yekbûyî(NY) ne amade bûn û ji ber êrîşên terorîstan, navbir têk çûye.

    Konaşenkov got: "Me çend caran navbirên mirovî yên demên wan ji hev cuda li Helebê sepandin. Lê her carê jî, ev navbir ji ber du sedeman têk çûn; nûnerên NYyê ne amade bûn alîkariyên mirovî bigihînin û haya terorîstên li Helebê ji peymana valakirina niştîcihên bajarî bi wan re hatiye kirin tine bû".

    Rayedarê rûs axiftina xwe wiha dewam kir: "Di navbira mirovî ya dawî de, du efserên rûs ên navenda Rûsyayê ji bo şopandina agirbesta Sûriyeyê li hêviya hatina konvoya alîkariya mirovî bûn lê êrîş ji taxên rojhilatê Helebê bi hawanan pêk hatin û herdû birîndar bûn."

    "EM AMADE NE, PIŞTGIRIYÊ BIDIN HEMÛ BIZAVÊN MIROVÎ"

    Herwiha Konaşenkov diyar kir ku ti agahiyên pêbawer neketine destê wan ku dijberiya li Helebê destûr daye derbasbûna konvoyên alîkariyên mirovî û wiha got: " Ji bilî gotinên birêz(Şêwirmendê Nûnerê Taybet ê NYyê Staffan De Mistura, Jan) Egeland ti tiştê din tine."

    Ji aliyê din ve, berdevkî teqez kir ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê amade ye piştgiriyê bide ne tenê alîkariyên ji NYyê lê ji hemû rêxistinan cîhanê ta ku alîkarî bigihên sivîlan û wiha got: "Ev ne tenê ji bo herêma rojhilatê Helebê, lê ji bo hemû herêmên Sûriyeyê wiha ye".

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Divê di pêşnûmeya NY de mixalefeta nerme û terorîst ji hev were cudakirin
    Rûsya: Divê Kurd li Sûriyê bibin beşeke proseya siyasî
    Rûsya: Biryara PE li dijî medyaya Rûsî mînaka cudakeriyê ye
    Rûsya bersiv da Amerîkayê: 'Ji me re nebin asteng'
    Îdia: Dê Amerîka, Rûsya û Tirkiye operasyona hevpar bikin
    Rûsya ji bo bêhnvedana mirovî ya li Helebê şertên xwe diyar kir
    Rûsya û Yûnanîstanê ji bo rewşên lezgîn plana hevpar îmzekirin
    Etîketan:
    navbira mirovî, NY, Jan Egeland, Staffan de Mistura, Heleb, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de