22:36 17 Kanûn 2017
Zindî
    Margarita Simonyan

    Simonyan: Parêzerên Spûtnîk û RTyê plan dikin serî li DMMEyê bidin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî biryara YEyê ya ku pêşbîniya astengkirina çalakiyên Spûtnîk û RTyê li Ewropayê dike, Gerînendeya Giştî ya Spûtnîk û Russia Today(RT) Margarita Simonyanê ragihand ku parêzerê Spûtnîk û RTyê plan dikin serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê bidin.

    Gerînendeya Giştî ya Spûtnîk û Russia Today(RT) Margarita Simonyanê ragihand ku ji ber biryara Parlementoya Ewropayê tê wateya binêpkirina normên mafên mirovan, parêzerê Spûtnîk û RTyê plan dikin serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê bidin.

    Simonyanê di axiftina xwe bi Spûtnîkê re got, ev biryara Parelemntoya Ewropayê eşkere hêmana mafê azadiya derbirinê binpê dike.

    "BELAVBÛNA DENGAN, DIYAR DIKE KU HER KES LI EWROPAYÊ KOR NEBÛYE"

    Herwiha gerînedeya giştî belavbûna dengên ji bo biryarê jî nirxand ku hejmara dengên neyênî û yên bêalî ji yên dengên erênî bêtir bû û got: "Belavbûna dengan diyar dike ku her kes li Ewropayê li pêşberî tirsa îrreasyonal kor nebûye lewra divê hêviya rakirina vê tirsê bê parastin."

    Parlementoya Ewropayê pêşnûmaya biryara bipêşxistina polîtîkayan li "dijî " RT û Spûtnîkê ji eslê 691 dengan, bi 304 dengan pesend kiribû, 179 deng jî li dijî wê derketibûn û 208 jî bêalî mabûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Simonyan: Me ji bo biryara YEyê ya li dijî Spûtnîk û RTyê serî li NYyê da
    Gelo we ev bihîstibûn? Rojeva germ bi Spûtnîk Kurdistanê re!
    Gelo we ev bihîstibûn? Rojeva germ bi Spûtnîk Kurdistanê re!
    Gelo we ev bihîstibûn? Rojeva germ bi Spûtnîk Kurdistanê re!
    Gelo we ev bihîstibûn? Rojeva germ bi Spûtnîk Kurdistanê re!
    Etîketan:
    biryara PEyê, RT, Spûtnîk, Margarita Simonyan, Rûsya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de