20:08 19 Çile 2018
Zindî
    Sîxurên ûkraynî yên li Kirimê hatine girtin

    Ji bo sixûrên Ûkraynayî yên li Qirimê hatibûn desteserkirin, biryara girtinê

    © Sputnik/ Maks Vetrov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Du welatiyên Ûkraynayî yên ku jê guman dihat kirin ku li dijî wargehên leşkerî yên li Qirimê wê çalakiyên sabotajê lidar bixin, hatin girtin.

    Ew gumanbarên Ûkraynayî yên ku di 10ê Mijdarê li Komara Qirimê ya girêdayî Rûsyayê hatin desteserkirin, îro hatin darizandin. Di doz a ku li paytexta Qirimê, Simferpolê dihat dîtin de her du sixûrên Wezareta Parastin a Ûkraynayê ji bo 2 mehan hatin girtin.

    Serwîsa Ewlehî ya Rûsyaya Federal (FSB) daxuyandibû ku komek sixûrên Ûkraynayî yên ku plan dikirin li hemberî wargehên leşkerî yên Qirimê çalakiyên sabotajê lidar bixin, hatine girtin. Dadgeheke li bajarê Sivastopolê biryar dabû ku 3 kesên ji wê komê ji bo 3 mehan werin girtin.

    Her wiha FSBê li Qirimê di meha tebaxê de jî pêşî li komeke tîmên taybet ên Ûkraynayê girtibûn, da ku nekevin nîvgirava Qirimê.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Welatên Rojavayî Qirimê wek axa Rûsyayê qebûl dikin
    Wekîlê Rûsî ji Îranê re nameyek şand: Qirimê wek axa Rûsyayê binasin
    Parlamenterên Îtalyayê çûn Qirimê
    Amerîkayê ji bo Qirimê bang li Ûkraynayê kir
    Lavrov: Wê encamên hewldana ketin a Qirimê hebe
    Etîketan:
    girtin, sixûr, Wezareta Parastin a Ûkraynayê, Serwîsa Ewlehî ya Rûsyaya Federal (FSB), Ûkrayna, Qirim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de