08:55 21 Nîsan 2018
    Aleksey Puşkov

    Ji Rûsyayê ji bo Erdogan bersiva Şanghayê: Ji bo wî wê bi mantiq be

    © Sputnik / Alexander Natruskin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Dumaya Dewleta Rûsyayê Aleksey Puşkov daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ku tê de gotibû, "Ger ku Tirkiye di nava Şanghaya Pêncalî de ci bigire, wê hîn rehet tevbigere" nirxand.

    Puşkov li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da gotinên Erdogan û got, "Endamtiya Tirkiyeyê ji bo Rêxistina Hevkarî ya Şanghayê (RHŞ) ji bo Erdogan wê gaveke erênî bûya. RHŞ ji YE cuda ye, cihê wê nagire. Lê cudahiya ji YE ew e ku hemû endamên RHŞê serdest in."

    ​JI ERDOGAN GAVA 'ŞANGHAYA PÊNCALÎ'

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Erdogan di vegera xwe ya Semerkantê de ji bo rojnamegeran gotibû, "Mesele ev e; Berê her tiştî divê Tirkiye xwe rehet hîs bike. Divê nebêje ‘ji bom in hebe tune be YE ye.' Baweriya min ev e. Dibe ku hinek rexne bikin lê ez jî fikra xwe dibêjim. Wek nimûne, ez dibêjim ‘Tirkiye ji bo çi di nava Pêncên Şanghayê de cih negire?' Hêvî dikim ku wê li wir pêşketineke erênî bibe, yanê ez difikirim ku ger Tirkiye di nava Şanghaya Pêncalî de cih bigire, wê di vê mijarê de hîn rehet tevbigere."

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan piştî peymanê cara ewile ku ji televîzyonek Îsraîlê re axivî
    Kurdên Belçîkayê Erdogan şermezar kir
    Erdogan: 4 welat perçe dibin
    Pisporê rûsî: "Pêşeroja Erdogan ronî ye"
    Esad: Em ê li dijî dagirkeriya Erdogan şer bikin
    Etîketan:
    mantiq, Rêxistina Hevkariya Şangayê (RHŞ), Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayîp Erdogan, Aleksey Puşkov, Semerkant, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de